Tirkiye

Wezîr Murat Kurum: Li 11 wîlayetên erdhejê bandordar niha tuxleyên dawîn tên danîn

İzzet Mazı, Sinan Doruk  | 02.12.2025 - Rojanekırın : 02.12.2025
Wezîr Murat Kurum: Li 11 wîlayetên erdhejê bandordar niha tuxleyên dawîn tên danîn

Kahramanmaraş

Wezîrê Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Murat Kurum destnîşan kir ku hemû xanî û kargehên li herêma erdhejê hatine çêkirin li ber temambûnê ne û got, "Komara Tirkiyeyê dewleteke wisa ye ku xwedî wê zanîn, ezmûn û şiyanê ye ku dikare di saetekê da 23 û di rojê da 550 xaniyî çêbike. Ev ezmûneke pir giring e. Seferberiya xaniyan ya herî bilez a cîhanê li vir tê bicihanîn."

Wezîr Kurum li Taxa Dogukent a navçeya Dulkadiroglu ya navendî xaniyên daîmî yên ku tên çêkirin ziyaret kir û derbarê xebatê da ji rayedaran agahî wergirt.

Kurum daxuyanî da rojnamevanan û got ku bi tevahî 52 hezar xanî û kargeh li bajêr hatine radestkirin û ewê heta dawiya salê 74 hezar xanî û kargeh radestî xwedîmafan bikin.

- "Tuxleyên dawîn tên danîn"

Kurum diyar kir ku li 11 parêzgehên ku erdhejê bandor li wan kir, li 174 deverên cuda, bi 200 hezar karker li 3 hezar û 481 şantiyeyên înşaetê 7 rojan, 24 saetan, bênavber hewl tê dayîn û got, "Bi saya biryardarî, hewldan û fedakariya ku me ji deqîqeyên pêşîn ên karesata erdhejê va, îro li her 11 parêzgehan tuxleyên dawîn têne danîn û mîxên dawîn têne kutan. Em bê rawestan hewl didin ku hewcedaryên miletê xwe dabîn bikin û zehmetiyan ji holê rakin."

Kurum anî ziman ku wan kampanyayeke avakirinê daye destpêkirin ku çavê cîhanê lê ye û gotinên xwe wiha domand:

"Ez pir bi eşkere dibêjim ku xala ku em îro gihîştinê çîrokeke serkeftina rastîn a dewlet-millet e. Komara Tirkiyeyê dewleteke wisa ye ku xwedî wê zanîn, ezmûn û şiyanê ye dikare di saetekê da 23 û di rojê da 550 xaniyî çêbike. Ev ezmûneke pir giring e. Seferberiya xaniyan ya herî bilez a cîhanê li vir tê bicihanîn. Em serdana gelek dewletan dikin, ev serkeftin serkeftina milet û dewleta me ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.