Tirkiye

Wezîr Fakibaba li Şanliurfayê raya xwe da

Fakibaba: "Bûyerên spekulatîf dikin, tu yê bibêjî qey li Şanliurfayê tiştek heye, li Şanliurfayê tiştek qewimiye... Mirovên fikrên wan cuda ne hene, lê em hemû wekî xwîşk û birayan silavê didin hevdu û diçin rayên xwe didin."

Türkan Tosun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
Wezîr Fakibaba li Şanliurfayê raya xwe da

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Ahmet Eşref Fakibabayê Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê der barê îdiayên li Sirûcê de got: "Bûyerên spekulatîf dikin, tu yê bibêjî qey li Şanliurfayê tiştek heye, li Şanliurfayê tiştek qewimiye... Mirovên fikrên wan cuda ne hene, lê em hemû wekî xwîşk û birayan silavê didin hevdu û diçin rayên xwe didin."

Wezîr Fakibaba li navçeya Navend Karakopruyê di Lîseya Anadoluyê ya Mehmet Guneşê raya xwe da.

Fakibaba raya xwe avête sandoqa ku hejmara wê 1314 e û paşê pirsên rojnamevanan bersivand.

Ji bo ewlehiya hilbijartinê ya Şanliurfa û der û dora wê Fakibaba wiha axivî: "Şikir ji Xwedê ra li Şanliurfaya me heta niha hilbijartin di nav aştî û biratiyê de, di nav rewşa demokrasiyê de derbas dibe. Ez bi dil û can bawer dikim wê wiha dewam bike, baweriya min bi hemwelatiyên me heye. Ez hêvî dikim encam ji bo welatê me, ji bo Urfayê ser xêrê be. Ez dibêjim aştî, biratî û demokrasî wê bi ser bikeve."

Li ser pirsa îdiayên li navçeya Sirûcê ya ku di hin sandoqan de pirsgirêkên asayîşê hene de Fakibaba wiha got: "Ez her tim dişopînim. Bûyerên spekulatîf dikin, tu yê bibêjî qey li Şanliurfayê tiştek heye, li Şanliurfayê tiştek qewimiye... Mirovên fikrên wan cuda ne hene, lê em hemû wekî xwîşk û birayan silavê didin hevdu û diçin rayên xwe didin. 'Li Şanliurfayê bûyer diqewimin, li Sirucê bûyer diqewimin' agahiyeke wiha negihiştiye min. Ez dişopînim, hevalên me di nav aramiyê de xebatên xwe didomînin. Ji bo ku tesîr li ser kesî çênebe, ez di dibistana ku min raya xwe avêt da jî negeriyam."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.