Tirkiye

Wezîr Donmez daxuyand Keştiya Oruç Reîsê gihîşt qada ku wê lê bixebite

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez: "Keştiya Lêkolîna Sîsmîk a Oruç Reîsê MTA ji bo wezîfeya xwe ya nû ya li Behra Spî ji Antalyayê bi rê ket û gihîşt qada ku wê lê bixebite."

Türkan Tosun  | 10.08.2020 - Rojanekırın : 10.08.2020
Wezîr Donmez daxuyand Keştiya Oruç Reîsê gihîşt qada ku wê lê bixebite

Ankara

 Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez daxuyand Keştiya Lêkolîna Sîsmîk a Oruç Reîsê MTA ji bo wezîfeya xwe ya nû li Behra Spî ji Antalyayê bi rê ket û gihîşt qada ku wê lê bixebite.

Donmez li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand xebatên ji bo serxwebûna vejena Tirkiyeyê li Behra Spî û Behra Reş tên meşandin wê bênavber dewam bikin.

Wezîr Donmez wêneyê Keştiya Oruç Reîsê parve kir û wiha got: "Keştiya Lêkolîna Sîsmîk a Oruç Reîsê MTA ji bo wezîfeya xwe ya nû ya li Behra Spî ji Antalyayê bi rê ket û gihîşt qada ku wê lê bixebite. 83 milyon li pişta te ye Oruç Reîs. Karê te li hev bê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.