Tirkiye

Wezîr Akar bi wezîrên Ukraynayî ra der barê amadehiyên sewqiyata dan û dexl da axivî

Sefa Şahin  | 31.07.2022 - Rojanekırın : 01.08.2022
Wezîr Akar bi wezîrên Ukraynayî ra der barê amadehiyên sewqiyata dan û dexl da axivî

Ankara

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar bi Wezîrê Parastinê yê Ukraynayî Oleksiy Reznîkov û Wezîrê Binesaziyê Oleksandr Kubrakov ra li ser telefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Wezaretê Wezîr Akar û wezîrên Ukraynanî der barê amadehiyên sewqiyata dan û dexl yên li Navenda Kordînasyona Hevpar tên kirin da axivîn.

Wezîran gotin amadehiyên teknîkî temam bûn, piştî amadehiya îdarî di demeke kin da sewqiyat wê bê kirin.

Hat destnîşankirin ku xebatkarên li Navenda Kordînasyona Hevpar wezîfedar in bi hev ra bi ahengîa dixebitin ku ew ji ber hevkariya wan kêfxweş in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.