Tirkiye

Wezareta Karên Navxweyî: "Ji terorîstên li Wanê hatin berterefkirin yek Musa Bulan e"

Haydar Şahin  | 09.07.2020 - Rojanekırın : 09.07.2020
Wezareta Karên Navxweyî: "Ji terorîstên li Wanê hatin berterefkirin yek Musa Bulan e"

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku di operasyona 28ê hezîranê ya li Çataxa navçeya Wanê da terorîst hatibûn berterefkirin, hat tesbîtkirin ku ji wan yek Musa Bulan e û di lîsteya terorîstên lê digerin a gewr da cî digre.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku di operasyona Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Fermandariya Giştî ya Cenidermeyan di 28ê hezîranê da bi hevkarî kirin da terorîst hatibûn berterefkirin, hat tesbîtkirin ku ji wan terorîstan yek Musa Bulanê bi navê Avareş dihat zanîn e, di lîsteya terorîstên lê digerin a gewr da cî digre û ji bo wî 500 hezar lire xelat hatiye danîn.

Hat tesbîtkirin ku ji wan yek Meyrî Kaplana bi navê Sarya tê zanîn a qaşo alîkara fermandarê YJA Starê ya Botanê ye, yek jî Besna Tumana bi navê Vejînê tê zanîn e.

Berê jî hatibû diyar kirin ku terorîstên hatin berterefkirin tevlî bûyera li Zozana Belbukayê ya li Çataxa navçeya Wanê jî bûne. Di bûyera zozanê da bi bombeyê êrîşî serwêsa karkerên çêkirina rê kiribûn 8 karker birîndar bibûn û 2 karker jî miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.