Tirkiye

Wezareta Karên Derva: "(Hewildana derbeya li Sudanê) Em bi fikar in"

Nazlı Yüzbaşıoğlu  | 25.10.2021 - Rojanekırın : 28.10.2021
Wezareta Karên Derva: "(Hewildana derbeya li Sudanê) Em bi fikar in"

Ankara

 Wezareta Karên Derva ragihand ku Tirkiye ji ber nûçeyên ku dibêjin li Sudanê hewildana derbeyê hatiye kirin, bi fikar e.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin, "Em ji ber nûçeyên ku dibêjin li Sudanê roja 25ê cotmehê hewildana derbeyê hatiye kirin, bi fikar in. Em bendewar in ku li Sudanê hemû alî pabendî wî sozî bin ku di çarçoveya Danezana Qanûna Bingehîn da hatin dayîn û ji bo têkneçûna pêvajoya berwext xîret were kirin."

- Li Sudanê hewildana derbeyê

Li Sudanê îro serê sibehê Serokwezîr Ebdullah Hamduk û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.

Wezareta Enformasyonê ya Sudanê daxuyand, Serokwezîr Hamduk ji ber ku derbe red kir, loma hat binçavkirin û ew neqlî cihekî nayê zanîn kirin.

Li gelek deverên welêt ceyran û înternet hat birîn, hêzên eskerî li herêma Umdurmanê ya Hartuma paytext avêt ser navenda radyo û têlevîzyonê û gelek xebatkar hatin binçavkirin.

Piştî hewildana derbeyê şaxa sivîl a hikûmetê û gelek partiyên siyasî bangî gel kir ku derkevin kuçe û kolanan.

Piştî bangewaziyê bi hezaran kes li herêmên cuda yên Hartuma paytext civiyan û li dijî midaxaleya eskerî dest bi xwepêşandinê kir.

- Krîza siyasî ya li Sudanê

Yekîtiya Odeya Pîşeyan a Sudanê bi daxwaza xwedîlêderketina "şoreşa gel" a berfanbara 2018an û derbasbûna rêvebiriya sivîl, nêzî 2 hefteyan e ku li gelek bajaran xwepêşandinên ku piştgiriyê didin "şoreş" û hikûmeta sivîl a heyî li dar dixistin.

Yekîtiyê berê jî pêşengiya protestoyên gel ên girseyî ku dawî li îqtidara 30 salan a Omer el Beşîrê Serokomarê berê anî, kiribû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.