Tirkiye

Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyan ra giştînameyeke pêvek a ser "Şewba Vîrusa Koronayê" şand

İbrahim Atmaca   | 18.10.2020
Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyan ra giştînameyeke pêvek a ser "Şewba Vîrusa Koronayê" şand

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyên 81 bajaran ra giştînameyeke pêvek a li ser "Şewba Vîrusa Koronayê" şand.

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, li gor giştînameyê li hemû bajar û navçeyan herî dereng di nav 48 saetan da Lijneyên Hifza Sihetê ya Giştî wê bicivin.

Di giştînameyê da hat gotin ku di lijneyên Hifza Sihetê da "şopandin", "kontrol" û "hişyari"ya ji bo têkoşîna Kovîd-19ê û rewşa heyî wê were analîzkirin û kontrol wê werin nirxandin.

Li gor giştînameyê ji 19ê cotmehê roja duşemê pê va 7 rojan her roj bi mijareke din va li tevahiya welêt kontrolên Kovîd-19ê wê bên kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın