Sayim Harmancı, Orhan Sağlam
12 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2026
Çîftçî bi Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Alî Çardakci, Parlamenterê Wanê yê AK Partiyê Kayhan Turkmenoglu û Fermandarê Şaxartêşa Asayîşê ya Wanê Tumgeneral Unsal Bulut ra hat bajêr û Walîtiya Hekariyê ziyaret kir.
Çîftçî deftera rûmetê ya Walîtiyê îmze kir, bi Walî û Cîgirê Şaredar Îbrahîm Taşyapan ra hevdîtin kir û der barê xebatên ku li bajêr tên meşandin da agahî hilda.
Çîtfçî piştra derbasî Serokatiya Bajêr a AK Partiyê bû û bi endamên partiyê ra civiya, paşê li ser Kolana Bulwarê bi welatiyan ra sohbet kir.
Çîftçî piştî ziyaretan ji bajêr veqetiya.
Wezîrê Karên Navxweyî Çîftçî li Hekariyê çû serdana herêma baregehê
Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî yê ku bi Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Alî Çardakci, Parlamenterê Wanê yê AK Partiyê Kayhan Turkmenoglu û Fermandarê Qolorduya Asayîşê ya Wanê Tumgeneral Unsal Bulut ra hat Hekariyê, çû serdana Herêma Baregehê ya Qomandoyê ya Modular a Zîrvîn Tepeyê ya li navçeya Şemdînliyê.
Çîftçî li herêma baregehê geriya, bi personelên ku li wir wezîfedarin ra axivî û der barê herêmê û xebatên tên meşandin da ji fermandaran agahî wergirt.
Piştî serdanê Wezîr Çîftçî daxuyanî da çapemeniyê û got wan serdana cendirmeyên li herêma baregehê wezîfedarin kirine.
Wezîr Çîftçî li ser sînor peyama Tirkiyeya Bêteror da û wiha axivî: "Bi serokatiya Serokomarê me yê birêz, projeya 'Tirkiyeya Bêteror' ketiye rewacê, wê dewam bike û bigîhêje serkeftinê. Ez di vê yekê da qet nakevim şikê. Ez hêvî dikim ku serdana me ya ro jî bibe wesîleya xêrê. Ez ji hemû personelên me yên ku li vir wezîfedarin ra serkeftinên mezin dixwazim. Bila Xwedê alîkarê wan gişkan be. Ez dia û lava dikim ku Xwedê dewlet û miletê me her tîm mayînde bihêle."
Waliyê Hekariyê û Cîgirê Şaredar Îbrahîm Taşyapan, Qaymeqamê Şemdînliyê Fatîh Erdogan, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Attîla Ayata, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Tuggeneral Cafer Oz û Serokê Bajêr yê AK Partiyê Zeydîn Kaya jî bi Çîftçî ra çûn serdanê.