Muhammed Karabacak
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî ji bo ku di qadên "rêvebirina afatê, ewlehî, perwerdeya personelên ewlehiyê û vegerên dildarî" da hevdîtinan bike, çû Şama paytextê Sûriyeyê.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê û rayedarên Îdareya Tevkariyê ya Navneteweyî Wezîr Çîftçî û heyeta pê ra li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bi merasima fermî pêşwazî kir.
Di hevdîtinên ku Çîftçî wê bi rayedarên Sûriyeyî ra bike da biryardariya têkoşîna rêxistinên terorê, ewlehiya sînoran, tevkariya têkoşîna qaçaxcîtî û hişbirê û xebatên binesaziya perwerdekirina polêsên Sûriyeyê wê werin nirxandin.
Di çarçoweya ziyaretê da tê plankirin ku di navbera her du welatan da ji bo qada rêvebirina rewşa afat û acilê zebta tevkariyê were îmzekirin û her wiha tê plankirin ku Çîftçî bi Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara ra hevdîtinê bike.