Tirkiye

Werzişvanên Hekariyî di Çemê Zapê da amadehiya Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê dikin

Elif Irmak  | 20.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Werzişvanên Hekariyî di Çemê Zapê da amadehiya Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê dikin

Hakkari

Li Hekariyê berî beşa 2yemîn a Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê ya ku dê di 25-30yê cotmehê da bê lidarxistin tîmên li bajêr amadehiyên xwe didomînin.

Werzişvanên 5 tîmên raftîngê yên di kategoriyên cuda da yên ku Walîtî û Midûriya Werziş û Ciwaniyê ya Hekariyê piştgirî didê ji bo ku di şampiyoniyê da bi ser bikevin dixebitin.

Werzişvanên dixwazin ku bajarê ku dê mazûvantiya organîzasyonê bike herî baş temsîl bikin her roj di Çemê Zapê da raftîngê dikin.

Antrenor Ramazan Îlhan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê cara ewil dê li Hekariyê bê lidarxistin û ev gotin:

"Ji bajêr dê 5 tîm beşdarî organîzasyonê bibin. Pêşbirk dê di 25ê cotmehê da dest pê bikin. Em li gelek bajêran beşdarî pêşbirkan bûn. Me li cihên cuda derece bi dest xistin. Em di pêşbirka ku li Beytuşebabê hat lidarxistin da bûn duyemînê Tirkiyeyê, tîma me ya temenê têkel jî bû sêyemînê Tirkiyeyê. Xebatên me baş derbas dibin. Em dixwazin ku dereceyên xweşiktir bi dest bixin. Em ji bo ku mazûvantiya şampiyoniyê dikin kelecanî ne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın