Orhan Sağlam
18 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2026
Hezkiriyên raftingê yên ji gelek bajaran hatibûn navçeya Çatakê ya Wanê, di nava têkoşîna li dijî herikînên xurt da kêliyên tijî heyecan derbas kirin.
Çemê Çatakê ku bi bedewiya xwe ya xwezayî û kendavên xwe tê naskirin, di çarçoveya qonaxa sêyemîn ya Şampiyoniya Raftingê ya Tirkiyeyê da mazûvaniya 180 werzişvanên ji 9 bjaran kir.
Werzişvanên ku li ber çemê ku wekî yek ji cihên sereke yên raftingê yên Tirkiyeyê tê hesibandin, kom bûbûn, berî ku bi rêberiya rahênerên xwe bi botan têkevin nava avê, kask, êlekên rizgarkirinê û alavên din yên ewlehiyê li xwe kirin.
Di çalakiya sê rojî da hezkiriyên raftingê li ser çemê ku bi lez diherikî, hesta bilindbûna adrenalînê jiyan û di nava xwezaya ku bi hewaya xwe ya paqij û hênik û keskahiya xwe ya geş derdikeve pêş da demeke xweş derbas kirin.
Rahênerê raftingê Abdullah Erarslan ku ji Yozgatê hatibû ji nûçegihanê AAyê ra got ku derbaskirina demê di nava avê de xweş bû.