Tirkiye

Wanî di pêşbaziya wêneyan a NASAyê da li benda yekemîntiyê ne

Alîkarê Şaredarê Edremîtê Abdullah Ekîncî: "Em wisa bawer dikin ku di vê pêşbaziya welatê me jî lê xwedî derdikeve da biserkevin. Wek şaredarî ji destpêkê heta niha em pêşbaziyê dişopînin."

Emre Ilıkan, Necat Hazar  | 13.04.2021 - Rojanekırın : 14.04.2021
Wanî di pêşbaziya wêneyan a NASAyê da li benda yekemîntiyê ne

Van

Wêneya Gola Wanê ya ji fezayê kişandî ya di pêşbaziya online a Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ya bi navê "Turnuwaya Dinyayê" da ji fînalê ra ma, li bajêr bû sedema kelecaniyeke zêde.

Ji ser medyaya civakî bo wêneya Wanê bibe yekemîn bangewaziya piştevaniyê hat kirin û kesên dikevin malpera NASAyê raya xwe didin wêneya Gola Wanê ya Astronot Kate Rubinsê kişandibû.

Emine Erdogan a jina Serokomar Recep Tayyip Erdogan, wezîr, alîkarên wezîran, walî, parlamenter, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê, Fermandariya Ewlekariya Qeraxan, Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê, rêveberên partiyên siyasî, şaredar, saziyên qamûyê, nûnerên saziyên civakên sivîl bi tevan xwestin û ku bila wêneya Gola Wanê bibe yekemîn a pêşbaziyê û ji bo vê jî ray bên dayîn bang kirin.

Şêniyên Wanê û Waniyên li çar aliyê dinyê lînka ray dayînê ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve dikin û bo wêenya bajarê wan bibe yekemîna pêşbaziyê hewl didin.

- "Em ji herkesî dixwazin ku bila ray bidin"

Alîkarê Şaredarê Edremîtê Abdullah Ekîncî daxuyanî da nûçgihanê AAyê û bi bîr xist ku di pêşbaziya wêneyan a NASAyê 8ê Adarê da dest pê kirin da 32 wênêyên bijartî derketin pêş û got ku ji wan yek jî ya bajarê wan e.

Ekîncî destnîşan kir ku ew jî bi kelecanî li benda encama pêşbaziyê ne û wiha domand: "Ji bo me rojeke pir bi kelecan e. Em wisa bawer dikin ku di vê pêşbaziya welatê me lê xwedî derket da em ê biserkevin. Wek şaredarî ji destpêkê heta niha em pêşbaziyê dişopînin. Gelek deverên xweş ên Wanê hene. Lazime ew hemû ji çar aliyê dinyayê ra bên nasandin. Pêşbaziya van wêneyan jî ji bo vê yekê bû gaveke baş. Me vexwendî şand pey Kate Rubîns a ku ji fezayê va wêneya vêderê kişandiye. Em dixwazin bila xweşiyên li vê derê bi çavên serê xwe bibînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.