Tirkiye

Waliyê Wanê Bîlmez ji bo wêneyê Gola Wanê di pêşbirka NASAyê da bibe yekemîn piştgirî xwest

Waliyê Wanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez: "Ez bangî hemû welatiyên me û hemşehriyên me dikim ku ji bo Gola Wanê bibe yekemîn ew dengê xwe bidin."

Yılmaz Kazandıoğlu  | 11.04.2021 - Rojanekırın : 12.04.2021
Waliyê Wanê Bîlmez ji bo wêneyê Gola Wanê di pêşbirka NASAyê da bibe yekemîn piştgirî xwest

Van

 Waliyê Wanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez ji bo wêneyê Gola Wanê yê di pêşbirka "Turnuwaya Dinyayê" ya Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) da ji bo fînalê maye piştgirî xwest.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin di pêşbirka NASAyê da 32 wêne hatin eşkerekirin, lê herî dawîn du wêne ji bo fînalê man ku yek wêneyê Gola Wanê yê ku Astronot Kate Rubinsê di 12ê Îlona 2016an da ji fezayê kişandiye û ya din jî wêneyê stêrkên li ser Parzemîna Amerîkayê ne ku Astronot Don Pettît di 2012yan da kişandiye.

Walî Bîlmez got wêneyê Gola Wanê ji bo fînalê maye ku ev him ji bo herêmê û him jî ji bo welêt pir girîng e.

Waliyê Wanê Bîlmez ji bo wêneyê Gola Wanê di pêşbirka NASAyê da bibe yekemîn piştgirî xwest

Bîlmez anî ziman herdu wêneyên ji bo fînalê mane jî xweş in, lê wêneyê Gola Wanê nîşan dide ku gol çiqas biefsûn e û wiha axivî: "Heke Gola Wanê bibe yekemîn ji bo nasandina herêma me û welatê me wê gelekî baş be. Gola Wanê bi rastî jî nirxeke biqîmet e ku divê xwedî lê derkevin. Înşallah ji bo bala Gola Wanê bê kişandin, welatiyên me xwedî lê derkevin, qirêj nekin û wiha hêşîn teslîmî nifşên dahatûyê bê kirin ev bibe wesîle. Ez bawerd dikim feydeya wê bigîhîje turîzmê jî. Ez bangî hemû welatiyên me û hemşehriyên me dikim ku ji bo Gola Wanê bibe yekemîn ew dengê xwe bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın