Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk beşdarî Dengdayîna "Wêneyên Salê" bû
Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Siirt
Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Walî Atîk wêneyên nûçegihanên AAyê yên li hundir û dervayê welêt hatine kişandin nihêrî û di kategoriyên "xeber", "jiyan" û "sporê" da "Wêneyên Salê" hilbijartin.
Atîk di kategoriya "xeberê" da wêneyê Behçet Alkan ya bi navê "Eskeran kêfa zarokan anî" hilbijart.
Walî Atîk di kategoriya jiyanê da wêneyê Halîl Fidan ya bi navê "Li Heranê Jiyan", di kategoriya sporê da jî wêneyê Erhan Elaldi ya bi navê "Xîreta Beytullah" hilbijart.
Walî Atîk got ku hemû wêne gelekî baş hatine kişandin û wiha axivî: "Ajansa Anadoluyê wê 6 nîsana sala 2020an salvegera avakirina xwe ya 100emîn pîroz bike. Em jî wan pîroz dikin. Ji bo van wêneyan kedeke mezin dane. Eşkere ye ku karê xwe baş dikin. Min wêne gelekî ecibandin."