Tirkiye

Vê heftê 10 fîlm wê bên weşandin

Aişe Hümeyra Bulovalı  | 18.11.2021 - Rojanekırın : 20.11.2021
Vê heftê 10 fîlm wê bên weşandin

Istanbul

Li sînemayên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 10 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Kristen Stewart di fîlma "Spencer"ê da rola Prenses Dianayê dileyîze û ev fîlm pir tê meraqkirin.

Navê fîlmê ji paşnava Lady Dianayê ya berî zewacê tê û fîlm li ser betlaneya Noelê ya sala 1991ê disekine. Prenses Diana di vê betlaneyê da biryar dide ku ji qraltî û Prens Charles xatir bixwaze.

Fîlm li Amerîka û Îngiltereyê jî rastî eleqeyeke mezin a temaşevanan hat û tê payîn ku li Tirkiyeyê jî heman eleqeyê bibîne.

- "Qral Richard: Şampiyonên Ku Serkeftî Dibin"

Will Smith serlehengê "King Richard" e û di fîlmê da qala çîroka Serena Williams û Venus Williams dike. Piştî salên 2000î Serena Williams û Venus Williamsê xwişkên hev mohra xwe li tenîsa jinan xist. Richard Williamsê bavê wan seba serkeftina wan çi ji dest hat, kir.

Derhêneriya fîlmê Reinaldo Marcus Green kiriye û di fîlmê da Will Smith, Saniyya Sidney û Demi Singleton dileyîzin.

- "Nêçîrvanên Reşeyan: Dinyaya Din"

Carrie Coon, Finn Wolfhard û Mckenna Grace di fîlmê da dileyîzin. Di fîlmê da malbatek barî bajarokekê dikin. Bajarok ji kalikê wan ji wan ra maye, lê reşeyan ew der ji xwe ra kiriye war û ew jî dixwazin wê derê ji reşeyan xelas bikin.

- "Mamoste"

Mamosteyekî ku di dewra dawîn a Osmaniyan da dibe Jon Tirk, nirxên xwe nas dike û fîlm qala mamoste dike.

Muslîm Şahîn derhêneriya fîlmê kiriye, di fîlmê da mamosteyekî sirgûn dikin û dişînin bajarokekê û fîlm qala jiyana mamoste dike.

Di fîlmê da Melih Selçuk, Sevtap Ozaltun û Ruhî Sari dileyîzin.

- Deriyê Dojehê"

Deriyê Dojehê di nav fîlmên tirsê da cî digire û malê Arjantînê ye. Di fîlmê da qala Cecilliaya ku tevlî kurê xwe qezayê derbas dikin û paşê tişt nayê bîrê û ew li kurê xwe yê winda bûye digere, dike.

- "Di Rêya Evînê Da"

Senaryoya fîlmê ji pirtûka Seçîl Çomlekçiyê ya bi heman navî ku di sala 2019an da weşiyabû hatiye nivîsandin. Di çîrokê da qala keçikeke bi navê Bade û yeka bê siûde tê kirin û xwestiyê wê wê diterikîne û ew jî hewl dide ji heqê bêsiûdiya xwe bê der.

Di fîlma pêkenok a romantîk da Şahîn Irmak, Çîgdem Batur, Bora Cengiz, Ayhan Taş û Asuman Dabak dileyîzin.

- "Tesîra Ji Ber"

Di fîlma cûreya wê ragêşiye û bi derhêneriya Pekîn Azer va hat kişandin da qala zilamekî nexweş dike. Mêrik dermanekî ji bo nexweşiya wî çareser bike dixwe lê tesîrên ji ber derman mêrik perîşan dike.

- "Ecînnî 3: Qîrîna Bêdeng"

Di fîlmên tirsenok ên vê hefteyê da jî bi navê Ecînnî 3: Qîrîna Bêdeng heye û qala Zeynep a piştî nexweşiyekê tiştên ecêp dibîne dike.

- "Kesên Dipetînin"

Di fîlma anîmasyonê ya malê Almanyayê ye da qala Elfên nêzî 200 sale di bin erdê da dijîn û bi pêşengiya Helvî derdikevin ser rûyê erdê tê kirin.

- "Meriva Herî Xerab a Li Rûyê Dinyê"

Di fîlma bi navê orjînal "The Worst Person in the World"ku ji alî Joachim Trier va hatiye kişandin da qala Julieyê û tesîra wê ya li ser kesên di jiyana wê da cî digirin, dike.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın