Tirkiye

Veguhestina bataryayên duyemîn ên pergala a S-400an temam bû

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku veguhestina alavên bataryaya duyemîn a S-400 Pergalên Parastina Asîmanî ya Herêmî û Menzîldirêj temam bû

Önder Beyter   | 15.09.2019
Veguhestina bataryayên duyemîn ên pergala a S-400an temam bû

Ankara

ANKARA 

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku veguhestina alavên bataryaya duyemîn a S-400 Pergalên Parastina Asîmanî ya Herêmî û Menzîldirêj ku 27ê tebaxê dest pê kiribû, temam bû.

Di daxuyaniya wezaretê da hat bibîrxistin ku ji bo dabînkirina pêwîstiya parastina fuze û asîmanî ya Tirkiyeyê peymana kirîna S-400 Pergalên Parastina Asîmanî ya Herêmî û Menzîldirêj di 11ê Nîsana 2017an da bi Federasyona Rûsyayê ra hat îmzekirin û di çarçoveya peymanê da veguhestina alavên bataryaya yekemîn a pergalê di 12-25ê tîrmehê da temam bû.

Di daxuyaniyê da herwiha hat ragihandin ku veguhestina alavên bataryaya duyemîn bo Baregeha Asîmanî ya Murtedê ku 27ê tebaxê dest pê kiribû, îro temam bû.

Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku xebatên sazkirina pergalê û perwerdekirina personelê bikarhêner berdewam in û li gorî plana ku hatiye amadekirin jî pergal dê nîsana 2020an da aktîf bibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.