Tirkiye

Veberhênana dewletê bi kêrî îstixdamê hat

Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê 9 sal berê li Diyarbekirê Herêma Pîşesaziya Organîze ya li ser Çandiniyê Kar û Bar dike ava kiribû û niha li wê derê 50 dezgehên bi hîbe hatin vekirin hene û nêzî hezar kes lê dişixulin.

Abdullah Tel  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 26.05.2018
Veberhênana dewletê bi kêrî îstixdamê hat

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê 9 sal berê li Diyarbekirê ser qadeke ji hezar û 860 donimî pêk tê Herêma Pîşesaziya Organîze (HPO) ya li ser Çandiniyê Kar û Bar dike ava kiribû û niha jî li wê derê 50 dezgehên bi hîbe hatin vekirin hene û nêzî hezar kes lê dişixulin.

Hejmara zêdebûna dezgehên li HPOya ku ji bo herêmê hêvî ye û di heman demê da ji bo şêniyên herêmê jî cihê kar û barên nû ye.

Kadrî Oyurê Midûrê Herêma Pîşesaziya Organîze ya li ser Çandiniyê Kar û Bar dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dezgehên bi piştgiriya dewletê li herêmê tên vekirin bi kêrî temînkirina goştê pez û dewaran tê û him jî bo gelê herêmê dibe deriyê îstixdamê.

Oyur ragihand ku hemû xebatên ji bo avakirina seresazî û binesaziyê ya HPOyê ji hêla dewletê va hatin meşandin û wiha pê da çû: "Li herêma me niha 50 dezgeh hene. 7 dezgeh û mezbexaneya me jî tên çêkirin. Dema herêm temam bibe bi qasî 20 hezar serî dewar wê li vê derê bê xwedîkirin. Daxwaza me ew e ku li vê derê bi qasî 40 hezar dewar bi rihetî bê xwedîkirin û em ê ji bo vê hewl bidin."

Kordînatorê Bajarê Diyarbekirê yê Saziya Piştgiriya Pêşketina Çolterî û Çandiniyê Hikmet Guneş jî destnîşan kir ku ji 80 dezgehên li HPOyê 50yê wan temam bûn.

Guneş got ku li bajêr di qada xurek, masîgirî, heywandarî û mijarên çandiniyê da ji bo cotkar, koperatîf û karsazan di çarçoveya bernameya hîbeyê da ji hêla fînansê va piştgirî tê dayîn.

Xwediyên dezgehan ên li HPOyê jî gotin ku ev veberhênana bi destê dewletê hatiye kirin him ji bo bajêr û him jî ji bo herêmê derfeteke mezin e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.