Tirkiye

Ukrayna: Di êrîşa roketê ya Rûsyayê ya dijî Xarkîvê da 7 kes hatin kuştin, 17 kes birîndar bûn

Bahtiyar Abdülkerimov  | 18.08.2022 - Rojanekırın : 18.08.2022
Ukrayna: Di êrîşa roketê ya Rûsyayê ya dijî Xarkîvê da 7 kes hatin kuştin, 17 kes birîndar bûn

Kiev

 Hat ragihandin, di êrîşa roketê ya artêşa Rûsyayê ya dijî bajarê Xarkîvê yê Ukraynayê da 7 kes hatin kuştin, 17 kes birîndar bûn.

Şaredarê Xarkîvê Îgor Terehov di daxuyaniya xwe da diyar kir, yekîneyên Rûs bi şev li dijî avahiyeke sêqatî ya li Xarkîvê bi roketê êrîş kirin.

Terehov got ku di êrîşê da 7 kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn û wiha got, "Ukrayna û Xarkîvê çiqas bombebaran dikin bira bikin, lê em ê ne tenê li jiyanê bimînin, her wisa em ê bi ser bikevin jî. Em ê Rûsyayê û mirinê têk bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın