Tirkiye

Tîma SAKê jî gihîşt xebatên lêgerîna belema di Gola Wanê da wenda bû

Li Wanê tîma Lêgerîn û Xilaskirina Binê Avê (SAK) jî gihîşt xebatên lêgerînê ku li ser îxbara di Gola Wanê da belemek wenda bûye, di 27ê hezîranê da hatibûn destpêkirin.

Önder Beyter  | 07.07.2020 - Rojanekırın : 07.07.2020
Tîma SAKê jî gihîşt xebatên lêgerîna belema di Gola Wanê da wenda bû

Van

Li Wanê tîma Lêgerîn û Xilaskirina Binê Avê (SAK) jî gihîşt xebatên lêgerînê ku li ser îxbara di Gola Wanê da belemek wenda bûye, di 27ê hezîranê da hatibûn destpêkirin.

Ji bo dîtina belema ku li Taxa Altinsaça Gevaşê çû nava Gola Wanê, lêbelê paşê tu xeber jê nehat hildan, ekîban serê sibehê cardin dest bi xebatan kirin.

Li ser rûyê golê ekîbên Cendirme, JAK, Midûriyeta Ewlekariyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê xebatên lêgerînê didomînin.

Di xebatên ku ji Hêzên Deryayî jî tîmek beşdar e da bi cihazê kişandina dîmenê binê avê (ROW) va li herêmê lêgerîn tê kirin. Ekîb bi 4 cihazên sonar û 4 jî yên ROW va xebatan didomînin. Her wiha ekîbên mayîn jî ji asîman, beja û rûyê golê xebatên lêgerînê didomînin.

Tîma SAKê ya 6 kesî ku ji hêla Wezareta Parastina Neteweyî ji Stenbolê hat şandin jî beşdarî xebatên lêgerînê bû.

- Bûyer

Li Wanê 27ê hezîranê ji Sedat û Medeni Akbaşê ku li Taxa Altinsaçê bi belema xwe ajotin nava Gola Wanê, demeke dirêj xeber nehat sitandin û li ser vê yekê mixtarê taxê îxbar kiribû ku du kes wenda ne.

Li ser îxbarê bi helîkoptera ku kameraya wê ya termal a bi şev jî dibîne heye, firokeya bêfirokevan û botên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê va di golê da û li dewrûbera golê fealiyeta kontrol-lêgerîn hatibû destpêkirin, lêbelê tu şopeke belemê nehatibû dîtin. Di xebatan da cesedên 11 kesên tê texmînkirin ku biyanî ne hatibûn dîtin. 5 kes piştî bûyerê hatibûn binçavkirin û dû ra jî hatibûn tewqûfkirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın