Tirkiye

"Têkoşîna me ne dijî Kurdan e, têkoşîna me dijî rêxistinên terorê ye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Têkoşîna me ne dijî Kurdan e, têkoşîna me dijî rêxistinên terorê ye"

11.10.2019 - Rojanekırın : 12.10.2019
"Têkoşîna me ne dijî Kurdan e, têkoşîna me dijî rêxistinên terorê ye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Têkoşîna me ne dijî Kurdan e, têkoşîna me dijî rêxistinên terorê ye"

"Janên ku tên serê me, çarenivîsa erdnîgariya me nîne, sekinandina vê rewşê di destê me de ye."

"Di serdema me ya têkoşînê dijî terorê ya dirêjxayen de, ji hêzên ewlekariyê û welatiyên bêguneh me bi hezaran şehîd dan. Em bûn şahidê hovîtiyekê wisa ku zarok, dergûş, mekteb û kitêbxaneyan jî,  ji xwe re dike armanc."

"Em aramî, asayiş û selameta vê erdnîgariya qedîm, weke mifteya aşitiya cîhanê dibînin. Mixabin ev erdnîgariya qedîm, herî kêm beşeke wê ya berbiçav bûye neçarê wê yekê ku vê êş û vê sefaletê hilde ser milê xwe. "

 "Operasyonên dijî terorê yên ku em li bakurê Iraq û Sûriyeyê diajon, bi teqez li dijî yekparçeyî û mafê serweriya wan welatan nîn e."

 "Bê ewlehî aştî nabe, bê aştî pêşketîn nabe. Bê pêşketin jî aramî û gumrahî çênabe. Heta ku aramî û gumrahî çênebe jî civak nikarin di nav ewlehiyê da li siberoja xwe binêrin."

"Em dê wekî rojavayê Feratê rojhilatê wê jî ji rêxistinên terorê paqij bikin û emê hem asayişa sînorên xwe biparêzin hem jî bihêlin ku Sûriyeyiyên li welatê me bi dilrehetî vegerin malên xwe."

"Tiştên niha diqewimin niha yên ku bi hêzên koalîsyonê ra ji 10 hezar kîlomêtro dûr va li Sûriyeyê cê dîgirin tiştekî îhmal dikin. Ew jî çi ye, wekî ku me çendî caran got PYD, YPG, DEAŞ rêxistinên terorê ne. Mixabin ku Rojava ji bo PKKyê dibêje rêxistina terorê lêbelê PYD,YPGya ku şaxên wê ne wek rêxistina terorê qebûl nake."

"Em ne ji bo dabeşkirin û parçekirina Sûriyeyê, belkî ji bo parastina hiqûqa hemû ew kesên ku li wir dijîn, li wê derê ne."

 "Niha ji vir û wir da me tehdîd ji me re tên, dibêjin ku vê yekê rawestînin. Min gote Birêz Trump jî yên din jî. Me gote we ku heke hûn 'vê disekinînin bisekinînin' lê we nesekinand. Niha em navika xwe, bixwe dibirin, emê paş da gav neavêjin." 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.