Tirkiye

Têkoşîna bêhempa ya kesên xwe dan ber guleyên derbekaran

Ajansa Andoluyê di çarçoveya "15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Netewî û Demokrasiyê" da wêneyên kêm tên zanîn ên şeva hewla derbeyê yên ku tê da welatî xwe didin ber wesayîtên bi zirx û tankan ên di arşîva xwe da berhev kirin

Haydar Şahin  | 12.07.2019 - Rojanekırın : 14.07.2019
Têkoşîna bêhempa ya kesên xwe dan ber guleyên derbekaran

Ankara

Ajansa Andoluyê (AA) di çarçoveya "15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Netewî û Demokrasiyê" da wêneyên kêm tên zanîn ên şeva hewla derbeyê yên ku tê da welatî xwe didin ber wesayîtên bi zirx û tankan ên di arşîva xwe da berhev kirin.

Wêneyên dîrokî yên şeva reş a FETOyê di 15ê Tîrmeha 2016an da anî serê Tirkiyeyê bi destê AAyê hatin komkirin. Di wêneyan da tê dîtin ku welatî şeva 15ê Tîrmehê li Stenbol û Enqereyê derketine kûçe û kolanan, midaxleyî wesayîtên eskerên derbekar bi kar dianîn dikin, pêşiya wesayîtên derbekaran dibirin.

Di nav ciyên lê wêne hatine kişandin da li Enqereyê Kuliyeya Serokomariyê, Meydana Qizilayê, Maltepe, peşiya Meclis û Sererkaniyê, li Stenbolê Pireya 15ê Tîrmehê, Meydana Teqsîmê, Kolana Wetanê û Balafirgeha Ataturkê hene.

- Hewl dan ciyên kirîtîk zeft bikin

Wealtiyên di dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an a FETOyê da netika xwe kutan gule û wesayîtên eskeran nehîştin ku derbekar bigihîjin miraz û armanca xwe.

Di 15ê Tîrmehê roja reş a dîroka Tirkiyeyê da derbekeran li Enqere û Stenbolê û gelek ciyên li welêt hewl dan ki ciyên kirîtîk zeft bikin.

Têkoşîna bêhempa ya kesên xwe dan ber guleyên derbekaran

Ajansa Andoluyê (AA) di çarçoveya "15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Netewî û Demokrasiyê" da wêneyên kêm tên zanîn ên şeva hewla derbeyê yên ku tê da welatî xwe didin ber wesayîtên bi zirx û tankan ên di arşîva xwe da berhev kirin. ( Binnur Ege Gürün - Anadolu Agency )

Di dema hewla derbeya bêbext da gelek wesayîtên bizirx û tankên li yekîneyan ji baregehan derketibûn û xebitîbûn ku li Enqereyê Meclisê, Kuliyeya Serokomariyê, Sererkaniyê, Ewlekariyê, TURKSAT, MÎT û TRTyê zeft bikin.

Derbekar li Stenbolê jî bi heman awayî tev geriyan pireyên Fatîh Siltan Mehmed û Boxazîçiyê bi wesayîtên eskerî girtin. Derbekarên hewl dan ku bi wesayîtên bizirx va Balafirgeha Ataturkê hildin kontrola xwe di heman demê da esker şandin ciyên ewlekariyê û saziyên medyayê jî.

- Li ser banga Erdogan welatî derketin kûçe û kolanan

Li ser banga Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqere, Stenbolê û tevahiyê welêt derketin meydanan, di têkoşîna dijî derbekaran dan da bi ser ketin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.