Tirkiye

TRT World dê belgefîlma "Jinên Hebsê yên Sûriyeyê: Reva ji Êşkenceyê" biweşîne

Midûrê Nûçeyan ê TRT Worldê Erman Yuksel:"Bi vê belgefîlma ku me bi wesîleya sala 10emîn a drama mezin a li Sûriyeyê çêkir va em behsa çîrokên jinên vî welatî yên bi êşkence û zilm û her wiha têkoşîna wan a ji bo jiyaneke nû dikin"

Ayşe Şensoy Boztepe   | 03.05.2021
TRT World dê belgefîlma "Jinên Hebsê yên Sûriyeyê: Reva ji Êşkenceyê" biweşîne

Ankara

 Rêzebelgefîlmên TRT Worldê "Off the Grid" yên xelatkirî dê bi beşa "Jinên Hebsê yên Sûriyeyê: Reva ji Êşkenceyê" va were ser ekranê.

Li gorî daxuyaniya TRTyê, platforma nûçeyên navneteweyî ya Tirkiyeyê TRT World di weşandina çîrokên mezlûmên li çarheqalê dinyayê da berdewam e.

Rêzebelgefîlma Off the Grid ya xelatkirî ya qanalê, li ser êşkence û drama li girtîgehên Sûriyeyê rawestiya.

Di belgefîlma "Jinên Hebsê yên Sûriyeyê: Reva ji Êşkenceyê" da, ku taybet ji bo sala 10emîn a şerê navxweyî yê Sûriyeyê hatiye amadekirin, çîroka xilasbûna jinan a ji girtîgehên Beşar Esed û her wiha jiyana wan a nû tê vegotin.

Beşa "Jinên Hebsê yên Sûriyeyê: Reva ji Êşkenceyê" ya rêzebelgefîlma Off the Gridê 5ê Gulanê Çarşemê saet 16.30an dê li ser ekranê TRT Worldê were weşandin.

Midûrê Nûçeyan ê TRT Worldê Erman Yuksel di daxuyaniya xwe da diyar kir ku TRT World bi salan e êş û elema gelê Sûriyeyê tîne ser ekran û wiha got, "Bi vê belgefîlma ku me bi wesîleya sala 10emîn a drama mezin a li Sûriyeyê çêkir va em behsa çîrokên jinên vî welatî yên bi êşkence û zilm û her wiha têkoşîna wan a ji bo jiyaneke nû dikin."

Lola Aghayê ku li Sûriyeyê di girtîgehê da êşkence lê hat kirin, diyar kir ku ew, tiştên ku hatin serî û yên ku bû şahid dişibîne fîlmên tirsê.

Lolayê bal kişand ku di girtîgehê da ew ji zendê bi dîwaran dihatin girêdan û wiha dewam kir, "Bi vî halî zor li me dikirin ku em li ser tiliyên lingan bisekinin. Di hucreyeke 9 metrekareyî da em 32 kes diman. Rojê sê caran di demên diyarkirî da îzna tuwaletê didan me. Pirî carî ji neçariyê me pêwîstiya xwe ya tuwaletê di hucreyê da dianî cih."

Lolayê diyar kir ku ji bo jiyaneke nû, wê digel zarokên xwe berê xwe da Tirkiyeyê û gava li ber sînor zarokên wê îşiqên li aliyê Tirkiyeyê dîtin, zehf kêfxweş bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.