Başak Erkalan Köprübaşılı
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Li gor daxuyaniya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Tebiî berî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Iraqê Elî ez-Zeydiyê ku bo ziyareta fermî hat Tirkiyeyê qebûl bike li Wezaretê merasima îmzeyê hat lidarxistin.
Di merasima ku Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Tebiî Alparslan Bayraktar refaqat kir da Midûrê Giştî yê TPAOyê Cem Erdem û Alîkarê Serokê BP Upstreamê yê ji Pêşxistina Kar Berpirsyar Andrew McAuslan îmze avêtin.
Bayraktar di daxuyaniya xwe ya piştî merasimê da bi bîr xist ku ji serê sala 2026an vir va ji bo ku TPAOyê pêş bixin, li erdnîgariyên cihê yên li dinyayê çalaktir bikin bi şirketên navneteweyî ra peyman îmze kirin û got ku “Me yek ji encamên berbiçav ên peymanên xwe yên bi BPyê ra îmze kir. Bi vê peymanê Tirkiye bi BPyê ra bû şirîkê sehayên li Kerkûkê. Ya rast em demek dirêj e li ser vê projeyê dixebitiyan û ev yek ji wan pêngavên herî girîng e ku Neftên Tirkiyeyeyê bikin şirketeke ku rojane hilberîna 1 milyon warêl neft û xaza sirûştî dike.”
Bayraktar da zanîn ku bi peymana hat îmzekirin ra dê ji sedî 15 para TPAOyê çêbe û gagahiya "Bi şirîkatiya ConocoPhillips, BP û Neftên Tirkiyeyê dê konsorsiyumek bê pêkanîn û ev konsorsiyum dê li wir ji bo pêşxistin, hilberîn û zêdekirina hilberîna wir a rezerva ku em texmîn dikin biqasî 3 milyar warêl e dê bi hev ra bixebite."
Bayraktar destnîşan kir ku peymana navborî xwedî girîngiyeke wisa ye ku dê hêzê bide aboriya welêt û da zanîn ku ji bo ku bandoriya Neftên Tirkiyeyê ya di qada navneteweyî da zêde bikin dê proje û hevkariyên cihê bikin.
Proje qubeyên Baba û Avanahê yên li Kerkûkê yên ku yek ji herêmên hilberîna hîdrokarbonê yên Iraqê yên herî girîng e û sehayên Baî Hassan, Jambur û Khabbazê dihewîne.