Togga otomobîla xwemalî ya Tirkiyeyê li Dibistana Mearîfê ya li Hewlêrê dan nasîn

Arbil
Togga otomobîla xwemalî û neteweyî ya ya Tirkiyeyê li Dibistana Mearîfê ya Navneteweyî ya li Hewlêrê bi xwendekar, dê û bavên xwendekaran û mamosteyan dan nasîn.
Xwendekarên Mearîfê li baxçeyê dibistanê eleqe nîşanî Toggê dan û dê û bavên wan jî bi otomobîlê ra wêne kişandin.
Nûnerê Iraqê yê Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê Fahrettîn Keskîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew kêfxweş in ku Togg anîn vê derê û daxuyand ku xwendekaran jî eleqe nîşanî otomobîlê da û der barê Toggê da gelek pirs pirsîn.
Keskîn destnîşan kir ku ew hêvî dikin Togg di demeke herî kin da têkeve bazara Hewlêr û Iraqê.
Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Cizîrê Omer Faruk Yildirimê ku Togg anî Iraqê jî got ku wan ji bo pîrozbahiya sala 100emîn a Komarê otomobîl pêşiyê anî Mûsilê.
Yildirim wiha got, "Me xwest ku em bînin Hewlêrê jî, lewra me xwest ku xwişk û birayên me yên vê derê jî bibînin û pê şa bibin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.