Tirkiye

Tirkên Qirxiz konên ku bê bizmar çêdikin dişînin derveyî welêt

Li Mûradiyeya navçeya Wanê, Tirkên Qirxiz konên xwe yên ku bêyî bikaranîna bizmaran çêdikin, li ser siparişan dişînin bo kiryarên xwe yên li welêt û derveyî welêt.

Ahmet Aydın  | 20.09.2020 - Rojanekırın : 20.09.2020
Tirkên Qirxiz konên ku bê bizmar çêdikin dişînin derveyî welêt

Van

Li Mûradiyeya navçeya Wanê, Tirkên Qirxiz ên ku kevneşopiyên xwe yên ku ji navenda Asyayê bi geştiyarên xwemalî û biyanî didin naskirin, konên xwe yên ku bêyî bikaranîna bizmaran çêdikin, li siparişan dişînin bo kiryarên xwe yên li welêt û derveyî welêt.

Tirkên Qirxiz ên ku salên 1980yî Serokomarê wê demê Kenan Evren ew ji Zozanên Pamîra Efxanistanê anîbûn, li gundê Ulupamîra ku bi qasî 30 kîlometroyan dûrî navçeya Ercişê ye çanda xwe vedijînin.

Qirxizan li keviya Gola Wanê, bi piştevaniya Waymeqamî û şaredariya Mûradiyeyê li gorî çanda xwe jiyanek ji xwe re ava kirine.

Tirkên Qirxiz li wêderê kevneşopiyên xwe yên navenda Asyayê bi geştiyarên xwemalî û biyanî didin naskirin.

Herwiha konên xwe yên ku bêyî bikaranîna bizmaran çêdikin, li ser siparişan dişînin bo kiryarên xwe yên li welêt û derveyî welêt.

- "Êdî em difiroşin derveyî welêt"

Qaymeqam û Wekîlşaredarê Mûradiyeyê Erkan Savar di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku çanda Qirxiz bi geştiyarên xwemalî û biyanî didin naskirin û armanca wan a sereke ew e ku dîroka Tirkî li cihê wê hînî mirovan bikin.

Savar got, "Konên li ser şêwaza navenda Asyayê li vêderê tên çêkirin. Mirov tên vêderê li hespan siwar dibin, di warê tîrbaziyê de dersê distînin. Welatî him debara xwe bi vî karî dikin û him jî dîroka Tirkî didin nasîn. Konên ku li vêderê tên çêkirin me şandin welatên weke Kuwêt û Qeterê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın