Tirkiye

Tirkiyeyê êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbeycanê şermezar kir

İbrahim Atmaca  | 27.09.2020 - Rojanekırın : 28.09.2020
Tirkiyeyê êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbeycanê şermezar kir

Ankara

 Ji ber ku hêzên Ermenistanê li ser eniya Ermenistan-Azerbeycanê êrîşî cî û warên sivîlan kir, Tirkiyeyê Ermenistan bi gotinên "Em êrîşa Ermenî ya ku bi eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û bû sedema zayîata sivîlan, bi tundî şermezar dikin" va şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy bersiveke nivîskî da pirsa li ser êrîşa ku îro serê sibê Ermenistanê dijî Azerbeycanê da destpêkirin.

Aksoy destnîşan kir, li gor agahiya ku hat ber destê wan Artêşa Ermenistanê îro serê sibê agirbest binpê kir û li ser xeta eniyê bi çekên giran artêşa Azerbeycanê, gundê Kapanliya ser rayona Terterê, Çirakli û gundê Ortakerbenta ser rayona Agdamê, gundên Alhamli û Şukrubeyliya ser rayona Fuzulî û gundê Çocukmercanliya ser rayona Cebraîlê gulebaran kir.

Aksoy got, "Em êrîşa Ermenî ku bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, bi tundî şermezar dikin.", daxuyand ku bi van êrîşan va Ermenistan li herêmê li pêşiya aştî û îstiqrarê astenga herî mezin e û ev cardin da nîşan.

Aksoy wiha dewam kir: "Azerbeycan ji bo ku gelê xwe û yekparetiya axa xwe biparêze, jixwe wê mafê xwe yê midafayê bi kar bîne. Di vê pêvajoyê da piştgiriya Tirkiyeyê ji bo Azerbeycanê tam e. Azerbeycan çawa biwxwaze, em ê bi wî hawî ligel bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın