Gökhan Çeliker
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2026
Wezaretê derbarê mijarê da daxuyaniyke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Em serdegirtina Mizgefta Eqsayê ya di bin parastina hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê da, ji aliyê wezîrê Îsraîlê û komeke tundrew va, bi tundî şermezar dikin."
Hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tevlî kiryarên provokatîf dibe û hewl dide ku ji nişkê va tiştinan bike ku statuya dîrokî û qanûnî ya cihên pîroz ên li Qudsê, di serî da Mizgefta Eqsayê, ku bi taybet a Misilmanan e, binpê dike; pêşîgirtina li vê yekê berpirsiyariyeke hevpar a civaka navneteweyî ye.
Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir ê Îsraîlê, Îtamar Ben-Gvir, dîsa bi parastina polîsan û Cihûyên fanatîk êrîşî Mizgefta Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a dagîrkirî kiribû.