Tirkiye

Tirkiyeyê ji KTQByê ra 20 hezar doz aşiya Kovîd-19ê şand

Haydar Şahin   | 14.01.2021
Tirkiyeyê ji KTQByê ra 20 hezar doz aşiya Kovîd-19ê şand

Lefkoşa

Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KTQB) ra 20 hezar doz aşiya Sînovacê şand.

Alî Pîlliyê Wezîrê Tenduristiyê yê KTQByê di daxuyaniya nivîskî da wiha got: "Îro di saet 05.00ê sibê da Ji Komara Tirkiyeyê bi teyareya ambulansa va 20 hezar doz aşiya Sînovacê hat welatê me."

Pîllî der barê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pîlan dikin sibê û roja şemiyê dest bi aşikirinê bikin.

Pîllî wiha pê da çû: "Me ji bo aşîkirinê pîlana xwe çêkir, di gava ewil da em ê li 9 navendan dest pê bikin. Aşiyên ewil em ê li xebatkarên tenduristiyê û kesên ji 65 salî mezintir bixin. Paşê jî li gor pîlana aşîkirinê da ew ê hemû welatiyan aşî bikin. Em welatekî piçûk in, em ê bi hêsanê ji heqê vê derkevin. Me perwerdeya vê da, ji ber vê jî ji bo aşîkirin zor nîne."

Wezîr Pîllî ji ber piştgiriya dan KTBQyê ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê ra sipar kir û got, "Tirkiye wekî demên din di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da jî li cem me bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın