Tirkiye

Tirkiye bertekê nîşanî pêkutiya Fransayê ya YPG/PKKyê dide

Fransa israr dike ku li Sûriyeyê herêmên ku YPG/PKKya rêxistina terorê îşxal kirine, eskerê xwe bihêle û piştgiriya rêxistinê bidomîne, lê Tirkiye jî bertekê nîşanî vê yekê dide

12.06.2019
Tirkiye bertekê nîşanî pêkutiya Fransayê ya YPG/PKKyê dide

Ankara

Fransa israr dike ku li Sûriyeyê herêmên ku YPG/PKKya rêxistina terorê îşxal kirine, eskerê xwe bihêle û piştgiriya rêxistinê bidomîne. Tirkiye jî bertekê nîşanî vê yekê dide. Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drian wê sibê Enqereyê ziyaret bike û rayedarên Tirk wê aciziya xwe ya ji bo vê mijarê cardin jê ra bêje.

Li gor texmînê rojeva sereke ya Le Drian mijara Sûriyeyê ye.

Di rewşa dawîn a têkiliyên herdu welatan da Fransa dixwaze ku eskerên wê li herêmên YPG/PKKyê bimînin û piştgiriya rêxistinê bidomîne.

Rêvebiriya Parîsê ji aliyekê va dibêje ku ew endîşeya asayîşê ya Tirkiyeyê fêm dikin û girîngiyê didinê, lê ji aliyekê va jî formulên wek YPK û PKK ji hev cuda were qebûlkirin û YPG û Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) ku wek nûnera meşrû yê Kurdên mixalif ên Sûriyeyê tê qebûlkirin, li hev bîne.

Tirkiye jî dibêje ku ev helwest li têkiliyên tifaqa nav herdu welatan nayê, divê Fransa têkiliya xwe bi rêxistina terorê ra bibire.

Di hevdîtinên sibê da tê payîn ku rayedarên Tirk vê aciziya Tirkiyeyê ji Le Drian ra bêjin.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di 19ê berfanbara 2018an da gotibû ku Amerîka wê ji Sûriyeyê vekişe û YPG/PKKyê li ser vê yekê çavê xwe li piştevanan gerandibû, rayedarên Fransayê bersiv dabû vê hewildanê. Wezîrê Dewletê yê Berpirsê Karên Yekîtiya Ewropayê yê Fransayê Nathalie Loiseau di 20ê berfanbarê da gotibû ku welatê wî wê li Sûriyeyê bimîne û venakişe. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî wiha gotibû, "Divê em ji bîr nekin ku em deyndarê YPG/PKKyê ne."

Di 22yê berfanbarê da jî Îlham Ehmed û Rîad Dirarê ji serkeşên rêxistinê Parîs ziyaret kiribûn.

Macron di 19ê nîsanê da li Qesra Elyseeyê Ebid Hemîd Mehbaş, Nesrîn Ebdillah û Xalid Îsayê ji terorîstên YPG/PKKya navê HDSyê bi kar tîne qebûl kiribûn.

Piştî hevdîtinê di daxuyaniya Serokomariya Fransayê da hatibû diyarkirin ku Emmanuel Macron temînat da ku ew ê piştgiriya çalak a dide HDSyê bidomîne.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê da jî wiha hatibû gotin: "Teşebisa ku dixebite meşruiyeta sunî bide şaxên rêxistina terorê gaveke wisa ye ku li mitefiqiyê nayê."

- Piştgiriya Fransa dide YPG/PKKyê û hebûna eskerî ya li herêmê

Fransa li 5 herêmên di destê PYG/PKKyê yên li Sûriyeyê da hebûna xwe nîşan dide lêbelê bi fermî vê qebûl nake.

Li Sûriyeyê 200 eskerên Fransaya di banê koalisyona navneteweyî ya dijî DEAŞê da piştgiriyê dide YPG/PKKyê hene.

Yekeyên eskerî yên Fransayê li bakurê Reqayê, balafirgeha Tabqayê, baregeha perwerde û kordinasyonê ya Eyn Îsayê û Omera qada petrolê bi Amerîkayê ra hebûna xwe nîşan didin.

Fransaya ku fabirqeya şekir a li bakurê Reqayê wekî baregeh bi kar tîne li dorberê wê derê xwedî avahiya îstixbarata teknîkî û depoyên sîlahan e.

Şêwirmendên eskerî yên Fransayê li baregeha Eyn Îsayê ya li bakurê welêt perwerdeyê didin endamên YPG/PKKyê.

Herêma ku herî zêde eskerên Fransayê lê hene, baregeha asîmanî Tabqa ye ku bi Amerîkayê ra hevbeş bi kar tînin.

Eskerên Fransayê berê jî li bakurê Sûriyeyê li Girê Miştenûrê yê li başûrê Kobaniyê, navçeya Sirînê, qada neftê Kabîba, xalên eskerî Qaharê jî fealiyetên dewriye û nobetê dikirin.

Eskerên Fransayê, ligel ku dawî li hebûna DEAŞê hatiye, li qada nefê Omerê ligel Amerîkayê tevdigerin.

Hêzên Fransî car caran fabrîqeya çîmentoyê La Farge ya li Xirab Işqê û xala eskerî Sirînê jî diemilînin û ji ser van xalan ra li Minbicê jî fealiyetê dikin.

Eskerên Fransê di dema ku operasyona Tirkiyeyê ya dijî Minbicê hatibû rojevê da ligel unsûrên YPG/PKKyê dewriyeya hevbeş kiribûn.

- Qibrîs û peywendiyên dualî jî dê bên rojevê

Tê çaverêkirin ku di hevdîtinên Le Drian da mijara Qibrîsê jî dê ciyekî sereke werbigire.

Herwiha di warê peywendiyên dualî da jî tê texmînkirin ku mijara vekirina lîseyeke Tirkî li Fransayê û rewşa hiqûqî ya lîseyên Fransî yên li Tirkiyeyê jî dê bên ser maseyê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın