Tirkiye

Tezkereyên ji bo dervayî welêt şandina eskeran li Meclisê ne

Sinan Uslu  | 20.10.2021 - Rojanekırın : 21.10.2021
Tezkereyên ji bo dervayî welêt şandina eskeran li Meclisê ne

TBMM

 Tezkereya Serokomariyê ya der barê Iraq û Sûriyeyê da rayeya operasyonên li dervayî sînoran dide Serokomar ji bona du salên din jî bê dirêjkirin pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin.

Tezkereya Iraq û Sûriyeyê bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat şandin û di tezkereyê da hat destnîşankirin ku li herêmên mucawir ên sînorê başûr ê Tirkiyeyê geşedan û pevçûnên ku diqewimin, ji aliyê ewlehiya neteweyî va rîsk û tehdîdan di xwe da dihewîne û ev rîsk û tehdîd zêde dibin û dewam dikin.

Di tezkereyê da hat daxuyandin ku ji bo parastina yekparetiya Iraqa cînar, yekîtiya neteweyî û îstiqrarê tezkere gelekî girîng e û wiha hat gotin, "Ji aliyê din va li Iraqê hebûna PKK û DEAŞê, hewildanên li ser cihêkirina neteweyî seba aştiya herêmî, îstiqrar û ewlehiya welatê me rasterast tehdîd e. Li Sûriyeyê, li nêzî sînorên me PKK/PYD-YPG û DEAŞ di serî da rêxistinên terorê hebûna xwe didomînin, çalakiyên wan li dijî welatê me, ewlehiya me ya neteweyî û sivîlan didomin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.