Tirkiye

Tezkereya dirêjkirina pêvajoya şandina eskeran ji bo Iraq û Sûriyeyê 2 salên din hat dirêjkirin

Tezkereya ku dirêjkirina pêvajoya şandina eskeran ji bo Iraq û Sûriyeyê di xwe de digire, li hember dengê "na" ya CHP û HDPê bi dengên "erê" yên AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê 2 salên din hat dirêjkirin.

Ahmet Alp Özden   | 26.10.2021
Tezkereya dirêjkirina pêvajoya şandina eskeran ji bo Iraq û Sûriyeyê 2 salên din hat dirêjkirin

TBMM

Tezkereya ku dirêjkirina pêvajoya şandina eskeran ji bo Iraq û Sûriyeyê di xwe de digire, li hember dengê "na" ya CHP û HDPê bi dengên "erê" yên AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê 2 salên din hat dirêjkirin.

Di tezkereya Iraq û Sûriyeyê de, tekezî li wê yekê hat kirin ku li sînore avên Tirkiyeyê yên başûr ji ber pêşhatên derdorê digel tehdîd û rîska rewşa pevçûnê didome.

Di tezkereyê de herwiha hat destnîşankirin ku Tirkiye giringiyê dide yekparçeyiya ax, yekîtiya neteweyî û îstiqrara Iraqa cîranê xwe û wiha hat gotin:

"Ji aliyekî din ve hebûna PKK û DEAŞê li Iraqê ji bo welatê tehdîd e. Li Sûriyeyê li cihên nêzîkî sînorên Tirkiyeyê di serî de PKK/PYD-YPG û DEAŞ, rêxistinên terorê hebûna xwe didomînin û çalakiyên xwe yên terorî yên li dijî welatê me, asayişa me ya neteweyî û li dijî sivîlan didomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın