Tirkiye

Terorîstê PKKyî ku bi qanîkirinê teslîm bû, qala di nav rêxistinê da cihê Meclisên Ciwanan ên HDPyê kir

Adsız Günebakan  | 14.05.2021 - Rojanekırın : 15.05.2021
Terorîstê PKKyî ku bi qanîkirinê teslîm bû, qala di nav rêxistinê da cihê Meclisên Ciwanan ên HDPyê kir

Gaziantep

 Li Gazîantebê bi qanîkirina hêzên asayîşê terorîstê endamê PKK/YGYê teslîm bû û qala ciwanên ku bi rêya Meclisên Ciwaniyê yên HDPyê ketine dafikê, kir.

M.Ayê ku nêzî 7 sal berê beşdarî PKK/YPGya rêxistina terorê bûye, 3 hefte berê bi qanîkirina hêzên asayîşê teslîm bû û li ewlehiyê di îfadeya xwe da der heqê rêxistinê da agahî dan.

M.A îtiraf kir ku ew di dema "bûyerên Kobaniyê" da bi teşwîqa hevalekî xwe tevî PKK/YPGya rêxistina terorê bû û got ku rêxistin pir girîngiyê dide ciwanan û wiha dewam kir, "Ji bo PKKyê ciwan pir girîng in. Lewra hem ciwan dertên çiyê hem ji li nav bajêran ciwan çalakiyan dikin."

M.A diyar kir ku şaxa ciwanan di binê navê saziyên legal da fealiyetê dikin û wiha dewam kir, "Ev şaxên legal di nav komele, komeleyên/yekîtiyên xwendekaran, HDP, BDP û partiyên siyasî yên nêzî rêxistinê da dest pê dikin. Li van deran bi taybetî berpirsiyariyê didin ciwanan û wisa qîmetê didin wan. Ev berpirsiyarî weke nûnertiya taxan, nûnertiya dibistanan e. Ciwanên ku bi xîret in jî wan dişînin çalakiyên piçûk û legal. Ev çalakî weke belakirina belavokan, beşdariya daxuyaniya çapemeniyê ne."

M.A diyar kir ku di vê pêvajoyê da ciwan perwerde dibin û wiha dewam kir:

"Ciwanên ku di van perwerdeyan da tên astekê, wan dişînin çalakiyên sikakan û êrîşên dijî esker, polês û saziyên dewletê dikin. Heta kêrî rêxistinê tê ku polês der heqê van ciwanan da miemeleyê bike. Demekê şûnda ji wan ciwanan ra dibêjin jixwe 'polês li te digere', 'qeyda te heye', 'ji bilî derketina serê çiyê çare tuneye' û wan dişînin serê çiyê. Meclisên Ciwanan ên van demên dawîn wekî şaxa ciwanan a HDPyê hatin avakirin bi rastî şaxên PKKyê ne û ji bo di bin navê partiyê da bi rihetî tevbigerin hatin avakirin."

M.A. diyar kir ku ji kesên di nav PKK/KCKya rêxistina terorê da perwerdeyê dibînin ra dibêjin 'kadro', ew kesan her tim diçin avahiyên partiyê yên HDPyê, li van deran di asta rêxistinîkirinê da ne, payeya şaxên kadro ji ya rêvebirên partiyê bilindtir e.

M.A. wiha pê da çû:

Di Meclisên Ciwanan da kesên kadro roleke çalak dilîzin. Şexsên kadro yên Meclisên Ciwanan di rêya PKKyê da ava dikin di asta çend kesên berpirsyarên çend bajaran da ne û li bajaran ji rêvebirên HDP/DBPyê bilindtir in. Telîmatên ku şexsên kadro didin mecbûr e ku bi destê rêvebirên HDP/DBPyê werin kirin. Şexsên kadro û ciwanên dixwazin tevlî rêxistinê bikin li HDP/DBPyê tên ba hev û perwerdeyê dibînin. Perwerde li partiyê jî li ciyên dervayê partiyê hatine eşkerekirin jî tên kirin. Şaxên kadro ji bo hişmendiya rêxistinê bidin kesên perwerde dikin dixebitin. Bingeha perwerdeya îdeolojîk bi vî awayî tê avêtin û paşê çalakiyên piçûk ên kûçeyan dest pê dikin."

- "Buroya îrtibatê ya HDPyê ya li Mexmûrê têkiliya bi çiyê ra pêk tîne"

M.A. destnîşan kir ku di hezîrana 2019an da li Sûriyeyê beşdarî civîneke ji bo şaxa ciwanan bû û wiha axivî:

"Di vê civîna beşdar bûm da tevlî qisma nîqaşan bûm. Tevlî qisma encamê nebûm. Di qisma raporan da raporên li ser şaxa ciwanan a her herêmê dihatin nirxandin. Rapor bi herêmên Sûriyeyê eleqedar bûn. Raporên Tirkiyeyê nedihatin Sûriyeyê. Xebatên ciwanên li Tirkiyeyê rasterast bi çiyayên Iraqê ra girêdayî bûn. Raporên diçin buroya îrtibatê ya HDPyê ya li Mexmûrê ji vê derê dişandin rêvebirên rêxistinê yên li çiyê. Buroya îrtibatê ya HDPyê ya li Mexmûrê têkiliya bi çiyê ra pêk tîne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.