Tirkiye

Terorîstê MLKPyî yê di kategoriya şîn da hat qefaltin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand Umît Emrah Koseyê endamê MLKPya rêxistina terorê ku di kategoriya şîn da bû hat qefaltin.

Nihat Kavşut  | 24.05.2019 - Rojanekırın : 25.05.2019
Terorîstê MLKPyî yê di kategoriya şîn da hat qefaltin

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî ragihand Umît Emrah Koseyê endamê MLKPya rêxistina terorê ku di kategoriya şîn da bû hat qefaltin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî Umît Emrah Koseyê endamê MLKPyê yê bi nasnavê "Deniz" ku di lîsteya tertorîstan kategoriya şîn da bû û ji bona qefaltina wî milyonek û 500 hezar lire hatibû danîn li Mêrsînê hat qefaltin.

Hat tesbîtkirin Koseyê ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê ya çekdar lê digeriyan li Sûriye û bakurê Iraqê perwerdeya amadekirina bombeyan, sabotaj û emilandina çekan daye endamên rêxistina terorê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.