Tirkiye

Terorîstê li Stenbolê amadehiya çalakiya bibombe dikir hat girtin

Burcu Çalık Göçümlü  | 11.08.2022 - Rojanekırın : 12.08.2022
Terorîstê li Stenbolê amadehiya çalakiya bibombe dikir hat girtin

Ankara

Mehdî Mihçiyê bi kodnavê "Seydo Botan Gever" ku li ser telîmata Murat Karayilanê serkêşê PKKya rêxistina terorê ji ser Îranê derbasî Tirkiyeyê bûye li Stenbolê bi nasnameyeke sexte hat qefaltin hat girtin.

Ekîbên Midûriya Şaxa Îstixbaratê ya Stenbolê û Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ji bo girtina bersûcên ku li ser navê PKKya rêxistina terorê fealiyetê dikin û bi rêyên dereqanûnî ketine welêt xebat kir.

Di encama xebatana da Mehdî Mihçiyê bi kod navê "Seydo Botan Gever"ê hat tespîtkirin ku li Stenbolê amadehiya çalakiya bibombe dike di 7ê tebaxê da li Fatîhê bi operasyonekî hat qefaltin.

Derket holê terorîstê ku di sala 2014an da tevî rêxistina terorê bûye di qaşo şaxa hêzên taybet ê rêxistinê da bû, di mijarên êrîşa xwekujiyê û sabotajê da perwerdehî hildaye, di mijara bombeyê da bûye pispor.

Hat tesbîtkirin ku terorîst herwiha li herêma Qendîlê li cihên derbasbêna Hêzên Çekdar ên Tirkan mayîn bi cî kiriye, di demên berê da di nav koma ji bo ku êrîşê bikin gelek mensûbên rêxistina terorê şandiye Tirkiyeyê da fealiyet kiriye.

Di berdewama xebatan da polêsan ji bo girtina guymanbarên tê nirxandin ku bi Mehdî Mihçi ra peywendiya wan heye li Gungorenê raserî du navnîşanan kir û C.A, E.K û M.K binçav kirin.

Mihçi piştî miameleyên li ewlehiyê sewqî edliyeyê kirin.

Dozgerê li Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi daxwaza ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" Mihçi sewqî dadgeriyê kir.

Mihçi derxistin Dadgeriya Cezaya Silhê ya 7emîn a Nobedar a Stenbolê got ku li ewlehiyê mafê xwe yê enaxaftinê emiland, îfadeya ku li dozgeriyê daye dubare dike ê dixwaze ku bê berdan.

Parêzerê gumanbar jî got ku muwekilê wî bi dilsozî behsa bûyerê kir û înkar nekir û wiha axivî: "Piştî ku hîn bê eta wî berî tevî rêxistinê bûye û paşê wefat kiriye hestewar bûye. Tevîbûnek wiha heye. Wî eşkere kir ku ka kengî tevî bûye û fehm kiriye ku nikare di nav rêxistinê da bimîne û dixwaze ku jê veqete. Li wir nekarî bimîne û vegeriya. Pêşî hewl da ku li Stenbolê ji xwe ra jiyaneke nû ava bike. Muwekil ji bo ku sûcê wî derkeve holê navbeynkarî kiriye. Pêşîkêşî kiriye lu dedlîlên nû derkevoin holê."

Parêzerê gumanbar parast ku tu delîlên nîşan didin ku muwekilê wî der barê madeyên teqemenî da perwerde hildaye tune û xwest ku bê berdan û got îxtimaleke mezin e ku der barê gumanbar da hikmên poşmaniya çalak bê tetbîqkirin.

Dadgeriyê di biryara xwe da got ku di raporên polêsan da der barê gumanbarê ku di xebartên ji bo deşîfrekirin û pêşîlêgirtina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê da qeyda wî ya firar û lêgerînê heye tê nirxandin ku gumanbar heke PKK/KCKya rêxistina terorê telîmat bide di mijarên fealiyeta çalakî da dikare li ser navê rêxistinê înîsiyatîfê hilde ser xwe û çalakiyê bike.

Di biryarê da hat ragihandin derket holê ku gumanbar li Fatîhê li kargehekî ye û li ser vê çûne balê û xwestin ku nasnameya xwe nîşan bide û hat destnîşankirin ku gumanbarê nasnameya kesekî din nîşan da.

Dadgeriyê zabitnameyên Midûriya Şaxa Dijî Sûcên Sîber da bala xwe da ser îfadeyên der barû gumanbar da û beyanên bi teşxîsa bi wêne ya şahidan û biryar da ku gumanbar "ji ber endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" bê girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.