Tirkiye

Terorîstê ku ji rêxistina terorê revî û teslîm bû, li Batmanê bi malbata wî ra anîn cem hev

İbrahim Toprak  | 30.11.2021 - Rojanekırın : 01.12.2021
Terorîstê ku ji rêxistina terorê revî û teslîm bû, li Batmanê bi malbata wî ra anîn cem hev

Batman

 Li Batmanê terorîstekî ku di encama xebatên qanîkirinê da ji PKKya rêxistina terorê revî û teslîm bû, bi malbata wî ra anîn cem hev.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlehiya Bajêr hat dayîn, ji bo ku mensûbên rêxistina terorê PKK/KCK-PYD/YPGyê teslîm bibin, Têkoşîna Terorê ya Batmanê û Midûriyên Şaxa Îstixbaratê bi malbatên wan ra xebatên qanîkirinê didomînin.

Di encama xebatê da Î.Iyê mensûbê rêxistinê ku di 2017an da ji Batmanê çû û tevî rêxistina terorê bû, di çarçoveya sûcê "endambûna rêxistina terorê ya çekdar" da lêgerîna wî derket û di 27ê mijdarê da nêzî Silopiya navçeya Şirnexê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê ra ket welêt û teslîmî Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Şirnexê bû.

Î.I ji Şirnexê anîn Batmanê û li Midûriya Ewlehiya Bajêr bi malbata wî ra anîn cem hev.

Bavê Î.I di hevdîtinê da spasiya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr kir û wiha xeberda, "Xwedê ji her kesê ku ked daye, razî be. Ez ê xwe bi qurbana kevir, kuçik û axa Tirkiyeyê bikim."

Terorîst Î.I. di hevdîtina ewil da got ku ew di 16 saliya wî da xapandin û birin serê çiyê, tiştên ku der heqê rêxistinê da tên gotin û tiştên ku li çiyê diqewimin, ne wekî hev in.

Î.I. daxuyand, ji ber ku wî xwestiye ji rêxistinê bireve, bi mehan ew girtî maye û birçî hiştine û daxuyand ku gelek kes dixwazin ji rêxistinê birevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın