Tirkiye

Terorîstê kategoriya gewr ê ku Serdarê Cendirme Akkuş şehîd kir, hat berterefkirin

Ji kiryarên êrîşa ku Serdarê Cendirme Zafer Akkuş tê da hat şehîdkirin, terorîst Veysel Altunê bi kodnavê "Doktor-Kendal" ku di kategoriya gewr a "Lîsteya kesên ku ji ber terorê li wan digerin" da ye, hat berterefkirin

31.05.2020 - Rojanekırın : 01.06.2020
Terorîstê kategoriya gewr ê ku Serdarê Cendirme Akkuş şehîd kir, hat berterefkirin

Ankara

Hat ragihandin ku li Bidlîsê ji kiryarên êrîşa ku Serdarê Cendirme Zafer Akkuş tê da hat şehîdkirin, terorîst Veysel Altun hat berterefkirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Navxweyî hat hildan, li herêma Daristanên Sehiyê yên Bidlîsê bi alîkariya hêza ezmanî Fermandariya Cendirmeya Bajêr û Midûriya Asayîşa Bajêr operasyon kir û di operasyonê da 3 terorîst hatin berterefkirin. Li gor tesbîtê ji hersê terorîstan yek, ji kiryarên êrîşa ku Serdarê Cendirme Zafer Akkuş tê da hat şehîdkirin, terorîst Veysel Altunê bi kodnavê "Doktor-Kendal" e.

Hat gotin ku navê terorîst Altun di kategoriya gewr a "Lîsteya kesên ku ji ber terorê li wan digerin" da ye.

Li herêmê di fealiyetên lêgerîn û kontrolê da tivingeke M16ê, keleşek û 4 bombeyên destan hatin bidestxistin.

- "Xwîna te li erdê nema..."

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê operasyona ku terorîst Altun tê da hat berterefkirin da li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

"Xwîna te li erdê nema... Serdarê Cendirme ê Şehîd û Qerman Zafer Akkuş, tu rehet razê... Îşev li Bidlîsê hevalên te, Veysel Altunê bi kodnavê Kendal... îla cehenneme zumera."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.