Tirkiye

Terorîstê PKKyî yê bi qanîkirinê teslîm bû behsa poşmaniya xwe kir

Li Gazîentabê mensûbê rêxistina terorê PKK/YPGyê yê bi qanîkirinê teslîmî hêzên ewlekariyê bû, di îfadeya xwe da diyar kir ew poşman e ku beşdarî rêxistinê bû.

Adsız Günebakan   | 04.05.2021
Terorîstê PKKyî yê bi qanîkirinê teslîm bû behsa poşmaniya xwe kir

Gaziantep

Li Gazîentabê mensûbê rêxistina terorê PKK/YPGyê yê bi qanîkirinê teslîmî hêzên ewlekariyê bû, di îfadeya xwe da diyar kir ew poşman e ku beşdarî rêxistinê bû.

M.A. ku bi qasî 7 sal berê beşdarî rêxistina terorê PKK/YPGyê bû û bi xebatên qanîkirinê yên hêzên ewlekariyê du hefte berê teslîm bû, di îfadeya xwe da ya ku li ewlekariyê da der heqê rêxistinê da agahî dan.

M.A. diyar kir gava wî biryar da beşdarî rêxistinê bibe, "bûyerên Kobanê" diqewimîn û wiha dewam kir:

"Ez bi derdora xwe ya hevalan bedarî van bûyeran bûm. Ez pêşiyê beşdarî çalakiyên kolanan bûm. Hin hevalên min hatin girtin. Ji bo pirskirina rewşa hevalên girî, hevalekî min çûbû avahiya HDPyê ya parêzgehê. Wî jî ji min ra 'Ez çûm partiyê û wan ez şandim cem kesên ku dê me bibe qada çiyê ya rêxistinê' got. Di partiyê da tu kes rasterast nabêje em ê ji rêxistinê ra bişînin. Lêbelê di nava rêxistinê da rêbaza ku yên nû dê beşdar bibin tê zanîn. Li gorî wê rê tê nîşandan. Bi propagandayê însanan ji bo çûyîna çiyê amade dikin. Ez jî di bin tesîra bûyerên Kobanê da mam û min biryar da ku beşdar bibim."

M.A. diyar kir ku ew bi rêyên dereqanûnî derbasî Sûriyeyê bû, perwerdeya çek û îdeolojîk sitand, qaşo "fermandariya tîmê" kir, dû ra jî pasevantiya ji serkirdeyên PKKyê Muzaffer Ayata kir. M.A. diyar kir ku serkirdeyên rêxistinê mehê carekê civînê dikin û ciyê civînê jî timî diguhere.

M.A. bal kişand ku rêxistina terorê PKK bi HDP û DBPyê ra têkildar e û di îfadeya xwe da wiha got:

"HDP û DBP şaxên rêxistina terorê PKKyê ne ku di qada siyasî da fealiyetê dimeşînin. Asta PKKyê di ser ya HDP û DBPyê ra ye. Parlamenter û hevserokên HDP û DBPyê bi biryara qaşo konseya serokatiyê ya PKK/KCKyê tên kifşkirin. Pêvajoya destnîşankirina namzedan bêyî PKKyê nabe. Yên di rêveberiya HDP-DBPyê da telîmatên serokê rêxistina terorê PKKyê Abdullah Ocalan li herêmên çiyayî yên Iraqê dihihînin rêxistinê. Van telîmatan ne nivîskî, bi devkî digihînin ciyê wê.

Destpêkirin û bidawîkirina greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê bi telîmata PKK/KCKyê bû. Biryar ne ya HDPyê an ya Leyla Guvenê bi xwe bû. Ev telîmat bi rêya çapemeniya rêxistinê eşkere an jî veşartî tên dayîn."

M.A. bal kişand, piştî ku ew beşdarî rêxistinê bû, nêrînên wî guherîn û wiha got:

"Ez wan deman muptelayê hişbirê bûm. Li ciyê ez lê bûm, ji bo Kurdan ajîtasyon dikirin. Ez jî di tesîra vê yekê da mam û her wiha ez çûm Sûriyeyê û beşdarî rêxistinê bûm. Piştî ku ez beşdar bûm û qederek şûnda min fêm kir ku ez hatime xapandin û wekî maşe têm emilandin. Min xwest birevim, lê ji ber zêdebûna kontrolan ez nikaribûm birevim. Gava ez herî dawî revîm, ez bi îradeya xwe ya azad teslîmî hêzên ewlekariyê yên Komara Tirkiyeyê bûm. Ez poşmanim ku beşdarî rêxistinê bûm."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.