Tirkiye

Terorîstê bi qanîkirinê teslîm bûbû li Sêrtê bi malbata xwe ra hat bal hev

Fecri Barlık   | 14.09.2021
Terorîstê bi qanîkirinê teslîm bûbû li Sêrtê bi malbata xwe ra hat bal hev

Siirt

 Li Sêrtê terorîstê ku bi saya xebatên qanîkirina polêsan teslîm bûbû bi malbata xwe ra hat bal hev.

Hêzên ewlehiyê ji bo tesîskirina ewlehî û aramiya li çar aliyê bajêr operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê bi serfirazî didomînin û ji aliyekî va jî bi malbatên ewladên wan bi xapandin revandine serê çiyê ra hevdîtinan dikin û ji bo qanîkirina ewladên wan hewl didin.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Şaxa Îstixbaratê û Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr endamekî rêxistina terorê yê ku 13 sal tevlî rêxistina terorê bûbû qanî kiribûn û ew li Deriyê Sînorê Xabûra ser Silopiya navçeya Şirnexê ye teslîmî hêzên ewlehiyê bû. Terorîstê ku muameleyên der heq da dewam dikir li Şaxa TEMê bi birayê xwe ra hat bal hev.

Terorîst piştî çend salan xwe avêt hembêza birayê xwe.

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku duh di çarçoveya xebatên qanîkirinê da endamekî PKKya rêxistina terorê ji rêxistinê reviya û teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın