Tirkiye

Teklîfa Qanûna Budceya Rêvebiriya Navendî a Sala 2021î pêşkeşî Serokatiya TBMMyê hat kirin

Türkan Tosun  | 18.10.2020 - Rojanekırın : 19.10.2020
Teklîfa Qanûna Budceya Rêvebiriya Navendî a Sala 2021î pêşkeşî Serokatiya TBMMyê hat kirin

Ankara

 Teklîfa Qanûna Budçeya Rêvebiriya Navendî a Sala 2021an ya îmzaya Serokomar Erdogan lê heye pêşkeşî Serokatiya TBMMyê hat kirin.

Budceya 2021î ji bo hikûmetên AK Partiyê bû budceya cara 19emîn hat amadekirin, ji bo piştî derbasbûna Pergala Hûkûmetê ya Serokomariyê jî bû budceya cara 3yemîn hat amadekirin. Budce îsal cara ewil li gor esasên Bernameya Budçeyê hat amadekirin.

Pereyên ji bo saziyan tên veqetandin ên di Budçeya Rêvebiriya Navendî da wê bêne dayîn di nav 68 bernameyan da hatin parvekirin.

- Ji bo projeyên veberhênanê pere zêde hat veqetandin

Di teklîfa budceya sala 2021î da herî zêde ji bo projeyên veberhênanê pere zêde hat veqetandin. Di vê çarçoveyê da di sala 2020î da pereyê mesrefên sermayayê ya ku 56,6 milyar lire bû ji sedî 83 zêde bû (47,1 milyar lire zêdebûnê va) û bû 103,7 milyar lire.

- Mesrefên budceyê

Di vê teklîfa budceya sala 2021î da mesrefên budceyê wek trîlyonek û 346,1 milyar lire, mesrefên ji bilî faîzê trilyonek û 166,6 milyar lire, dahatên budceyê trilyonek û 101,1 milyar lire, dahatên bacê 922,7 milyar lire û kêmdana budceyê jî 45 milyar lire hat eşkerekirin.

Ji budceyê ji bo rêvebiriyên herêmê pereyê hat veqetandin gihîşt 114 milyar lireyî.

- Para herî mezin ji bo perwerdeyê hat veqetandin

Dema bername tê lêkolînkirin tê dîtin ku di budceyê da para herî mezin ji bo perwerdeyê hatiye veqetandin. Di sala 2011î da ji bo Wezareta Perwerdeya Neteweyî û saziyên din ên xizmeta perwerdeyê didin 211,4 milyar lire hat veqetandin.

Di sala 2011î da ji bo veberhênanên sektora tenduristiyê jî 20,1 milyar lire hat tespîtkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın