Tirkiye

Tehm û eklên Rihayê di "Mihrîcana Gastronomî ya Herêmî" da hatin nasandin

Salih Darıcı  | 09.04.2021 - Rojanekırın : 10.04.2021
Tehm û eklên Rihayê di "Mihrîcana Gastronomî ya Herêmî" da hatin nasandin Salih Darıcı - AA

Şanlıurfa

 Xwarinên Bîrecîka navçeya Rihayê di "Mihrîcana Gastronomî ya Herêmî" da hatin nasandin.

Tehm û eklên Rihayê di "Mihrîcana Gastronomî ya Herêmî" da hatin nasandin

Xwarinên Bîrecîka navçeya Rihayê di "Mihrîcana Gastronomî ya Herêmî" da hatin nasandin. ( Salih Darıcı - Anadolu Agency )

Di organîzasyona ji alî Komeleya Hemû Restorant û Turîzmvanan (TURSES) hat kirin da balîcana Bîrecîkê, beqliyat, salçe, îsot û fistiqên herêmê dan nasandin.

Serokê Şaxa Gazîentabê ya TURESê Hasan Durmaz daxuyanî da rojnamegeran û got ku li Bîrecîkê ji bo navenda xwarin, xurek, ekl û tehmên herêmê bê avakirin hewl didin û wiha pê da çû: "Li navendê wê jin bixebitin û warinên me yên herêmî bipêjin. Em ê jî piştgiriyê bidin vê projeyê û gelek karsazên me yên dewlemend jî wê alî me bikin. Li Bîrecîkê mihrîcan dihatin kirin û me jî got ku bo nasandina xwarinên vê derê em jî xebateke wiha bikin. Înşeallah bi kêrî turîzma herêmê bê."

Şaredarê Bîrecîkê Mahmut Mîrkelam jî diyar kir ku ew dixwazin xwarin û xurekên malê Bîrecîkê bên nasandin û ji bo domandina vê çandê jî dixebitin.

Nasandina mihrîcanê hat kirin, rayedaran xeberdan û paşê jî beşdarbûyiyên mihrîcanê xwarin û xurekên Bîrecikê tehm kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın