Sûlava Muradiyeyê bi rengên payîzê venixûmî
Van
Sûlava Muradiyeyê ya ku yek ji cihên siruştî yên xweş ên Wanê ye, bi rengên payîzê va mazûvaniya ziyaretvanên xwe dike.
Dar û berên li dora sûlavê zer bûne ku kesên tên li vir, bi telefonên destan wêneyên dîmenên xweş dikşînin.
Recep Dagê ku wêneyên siruştê dikşîne daxuyand ew hatine serdana vê derê û wiha axivî: "Em bi hevalan ra li vir dîmenên xweş ên payîzê dikşînin. Di payîzê da Sûlava Muradiyeyê gelekî xweş e. Em benda her kesî ne ku bên dîtina vê xweşikiya siruştî."
Ji wênekêşan Mehmet Burak Aydemir jî got wek her demsal di payîzê da jî ew wêneyên nuwaze ên sûlavê dikşînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
