Tirkiye

Sûlava Girlewikê ya çîl û spî bûye zivistanê jî ji balê bê par namîne

Sûlava Girlewikê ya di nav berfê da maye û ji aliyekî va jî ji ber berfê şembelîkên qasî 2-3 metreyan lê çêbûne digel sir û seqemê bê ziyaretvan namîne û her demsal bi xweşiyeke xwe balê dikşîne

Abdullah Tel  | 23.01.2021 - Rojanekırın : 29.01.2021
Sûlava Girlewikê ya çîl û spî bûye zivistanê jî ji balê bê par namîne Kemal Özdemir - Anadolu Ajansı

Erzincan

 Li Erzinganê Sûlava Girlewikê ku sal û donzde meh bi bedewiya xwe ya siruştî derdikeve pêş, bi ava xwe ya ji 40 mêtre bilindahiyê tê xwarê û niha ji ber sir û seqemê piraniya wê qerisiye û çar alî di bin berfê da maye digel sir û seqemê di zivistanê da jî xalî namîne û ziyaretvanan mest dike.

Sûlava Girlewikê ku li gundê Kalecîkê yê 35 kîlometre dûrî navenda bajêr e û ji 9 avên kaniyên cuda pêk tê, her demsalê xweşiyeke cuda li ber siruşthezan radixe û bala wênekêşan û welatiyan dikşîne ser xwe.

Sûlava ku ji alî Midûriyeta Giştî ya Parastina Berhemên Siruştî ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê va wek "Qada Parastî ya Siruştî ya Xwedî Wesfê-Sît yê Siruştî" hat pesendkirin di rojên dawîn da ji ber barîna berfê wek bûka bixêlî xemilî.

Hin deverên sûlavê ji ber seqemê qerisîn, şembelîkên qasî 2-3 mêtreyan çêbûn bi şekl û şemalên derketin meydanê va dîmenên wek qertpostalan derketin holê.

Ji kesên hatibûn dîtina sûlavê Vehbî Toprak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi barîna berfê va sûlav wek bûka xêliya sipî li xwe kirî xuya dike û wiha domand: "Sûlava li vê derê di her demsalê da xweşiyekê radixe pêş mirovan. Welatî di mehên zivistanê da ji bo dîmenên ku li vê derê wek qertpostalan derdikevin meydanê bikişînin tên vê derê. Ez bi xwe jî ji bo vê xweşiya sirûştî bibînim hatim vê derê. Havînê jî ev der gelekî xweş e û wê çaxê jî milet ji bo seyran û kêfê tê vê derê."

- Her demsal rastî eleqeyê tê û xalî namîne

Ji ziyaretvanan Sevîm Sevînçê jî got ku devera sûlav lê ye di her demsalê da xwedî xweşiyekê ye û ji ber xweşiyên xwe xalî namîne û turîstên biyanî jî hijmetkarê sûlavê dimînin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Sevînçê pesnê sûlavê da û got: "Havînê li çar aliyê wê hêşînayî heye û di mehên payîzê da rengên li vê derê zêde ne û di demsala zivistanê da jî bi xêlî û şembelîkên xwe va balê dikişîne. Welatiyên dixwazin bêhna wan derkeve bi malbatên xwe ra tên vê derê û wêneyan dikişînin. Havînê zêdetir kes tên."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.