Sûlava Ekirekê bi hatina biharê hezkiriyên siruştê diezimîne
Tunceli
Li Çemîşgezek a navçeya Tunceliyê piştî ku berfa li çiyayan heliya ava Sûlava Ekireka ji 60 metreyî diherike zêde bû.
Çemîşgezeka Pireya Tagarê û cî û warên siruştî lê zêde ne di her demsalê da bala turîstan dikişîne.
Van rojên ku germahî zêde dibe berfa li çiyayan dihele û ava çem û geliyan zêde bûye û ev xweşî û geşî jî bala hezkiriyên siruştî û wênekêşan dikşîne.
Sûlava Ekirekê bi qasî 15 kîlometre ji navenda navçeyê dûr e û kesên dixwazin bên dîtina wê ewilî tên gundê Gozluçayirê.
Hezkiriyên siruştê yên tên gund wesayîtên xwe li wê derê dihêlin û ji bo xwe bigihînin sûlavê jî dest bi meşê dikin û piştî rêwîtiya zor û zehmet a di nav kevir û zinaran da digihêjin cihê Sûlava Ekirekê.
Ziyaretvanên heta ber sûlavê diçin li ava ji 60 metre bilindhiyê va diherike mêze dikin û behna wan derdikeve û têra dilê xwe wêneyan dikişînin.
Li navçeyê bi hatina biharê ra daran kulîlk vedane, genim hêşîn bûye û deşt û zozan bi çîçekan xemilîne.
Malîk Kayayê ku wêneyên siruştê dikişîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Tuncelî her demsal bi xweşiyên xwe delal e.
Kaya ragihand ku li bajêr sûlavên gelek xweş hene û Ekirek jî ji wan yek e û bi xweşiya xwe bala ziyaretvanan dikişîne.