Tirkiye

Sîxurê MYEyê yê li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin hat girtin

Sixurê dibêjin ji bo Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) dixebite û li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin hat girtin.

Haydar Şahin  | 21.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Sîxurê MYEyê yê li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin hat girtin

Sakarya

Sixurê dibêjin ji bo Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) dixebite û li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin hat girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê dimeşîne da Ehmed Mehmûd Ayeş Al Astalê welatiyê Urdinê yê hat tesbîtkirin li ser navê MYEyê xebatên îstixbaratê dimeşîne bi destê ekîbên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Sakaryayê hat derdestkirin.

Piştî temamkirina karûbarên fermî Al Astal sewqî dadgehê kirin û dadgehê ji ber sûcên "ji bo sîxuriya eskerî û siyasî berhevkirin û temînkirina agahiyên ji hêla ewlehiya dewletê ya navxweyî û derva va girîng in, agahiyên dibê veşartî bimînin" biryara girtinê da.

Hat tesbîtkirin ku Al Astal bi nasnameya rojnamevanê mixalifê MYEyê va dizîka ketiye nav Birayên Misliman, li vê derê agahî û belge kom kirine.

Dîsa hat tesbîtkirin ku Al Astalê der heqê "Erebên Mixalif" û "Birayên Misliman" da rapor amade kiriye ji sala 2013an vir da li Tirkiyeyê ye.

Derket holê ku Al Astalê der barê geşedanên polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dinyayê da agahî daye MYEyê wekî mayîn der barê hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya FETOyê da jî rapor amade kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın