Tirkiye

Sivîlên di Qetlîama Başbaxlarê da hatine kuştin, hatin bibîranîn

Selami Küçükoğlu  | 05.07.2022 - Rojanekırın : 06.07.2022
Sivîlên di Qetlîama Başbaxlarê da hatine kuştin, hatin bibîranîn

Erzincan

Sivîlên di Qetlîama Başbaxlarê ya 29 sal berê ji ber ku terorîstan avêtibûn ser Başbaxlara gundê Kemaliyeya navçeya Erzincanê û kuştibûn bi merasimê hatin bibîranîn.

Merasima bibîranînê li ber Mala Çandê ya meydana gundê Başbaxlarê çêbû.

Gelek welatiyên ku di destên wan da alayên Tirkan hebûn beşdarî merasimê bûn.

Ewil li ser piyan rêz hat girtin û paşê jî Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Piştî xwendina Qur'anê Miftiyê Bajêr Burhan Çakir dia kir.

Di bibîranînê da peyama Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di serî da peyamên siyasetmedar û burokratan hatin xwendin.

Ji bilî kesên eqrebayên wan di qetlîamê da hatine kuştin, Fermandarê Artêşa 3yem Korgeneral Yavuz Turkgencî, Qaymeqamê Kemaliyeyê Emre Yeşîlbaş, Serokê Kurmaya Artêşa 3yemîn Tumgeneral Davut Ala, Fermandarê Herêma Cendirmeyan a Erziromê Tuxgeneral Mehmet Çîmen, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Albayê Biqidem Husamettin Erol, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Kenan Kurt, Şaredarê Kemaliyeyê Mehmet Karaman, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl jî beşdarî merasimê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.