Tirkiye

Şirşirnega Girlewikê ya cemidî li ser rêya rêwiyên Ekspresa Rojhilatê ya Turîstik e

Kemal Özdemir   | 18.01.2022
Şirşirnega Girlewikê ya cemidî li ser rêya rêwiyên Ekspresa Rojhilatê ya Turîstik e

Erzincan

 Li Erzincanê bi tesîra sermayê va Şirşirnega Girlewikê cemidî. Şirşirnega her sal ji gelek ziyaretvanan ra mazûvaniyê dike îsal jî ji bo rêwiyên Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk bû rawestgeheke girîng.

Şirşirnega Girlewikê ya li Qelecika gundê li bintara Çiyayê Munzurê havîn û zivistanê ji turîstan eleqeyê dibîne.

Li herêmê germahiya hewayê daket 8 pileyên binê sifirê, ava şirşirnegê cemidî û qeşayên 3 mêtroyî çêbûn.

Rêwiyên trêna ji Qersê derket rê û şeveqê zû hat bajêr 3 saet dema bîhnvedanê bi gera ciyên girîng ên bajêr va dinirxînin. Rêwiyên şirşirnega ku cemidiye ziyaret dikin li vê derê çayê vedixwin û wêneyan dikişînin.

Gokhan Koçê rêberê turîstan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi trêna Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk va hejmara turîstên tên bajêr zêde bû.

Koç got Erzincana li ser rêya trênê bi xweşikahiyên xwe yên tebiî û dîrokî va balê dikişîne û wiha pê da çû:

"Li vê derê "Girê Altinê" heye heke di demeke nêz da ji bo turîzmê were vekirin ew ê tevkariyeke mezin bide turîzma bajêr. Di heman demê da Şirşirnega Girlewikê jî li bintara Çiyayê Munzurê jî girîngiyê zêde dike. Ziyaretvan her tim ji vê derê memnûn vedigerin."

Nîlay Karamanê jî diyar kir ku bi Ekspresa Rojhilatê va ji Bursayê hat vê derê û wiha axivî: "Me xwest ku bi mêvanên xwe ra xweşikahiyên vê derê bibînin. Ya rastî havînan cuda zivistanan cuda rind e vê derê. Her halê şirşirnegê cuda rind e. Dibê meriv van deran bibîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın