Tirkiye

Serokê Meclisê Şentop: "Komîsyona Têkel wê li naveroka dosyeyên parêzbendiyê binihêre û biryarê bide"

Nihat Kavşut  | 25.02.2021 - Rojanekırın : 26.02.2021
Serokê Meclisê Şentop: "Komîsyona Têkel wê li naveroka dosyeyên parêzbendiyê binihêre û biryarê bide"

TBMM

 Serokê Meclisê Mustafa Şentop der heqê fezlekeyên parêzbendiyê da wiha got, "Komîsyona Têkel wê li naveroka dosyeyan binihêre û biryarê bide."

Şentop piştî merasima vekirina "Pêşangeha Resim û Wêneyan ya Salewexta 29emîn ya Qetlîama Hocaliyê" pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokê Meclisê Şentop li ser pirsa der barê fezlekeyên rakirina parêzbendiya parlamenteran da got ku Komîsyona Têkel wê li naveroka dosyeyan binihêre û biryarê bide.

Şentop ji bona dosyeyên dosyeyên Omer Faruk Gergerlîoglu û Enîs Berberoglu diyar kir ku dosyeyên Gergerlîoglu û Enîs Berberoglu hê nehatine Meclisê û wiha axivî, "Dixwazim bibêjim ku zêdebûna hejmara dosyeyan (parêzbendî) û naverokên wan ji hêla Meclisê va mirov pê dikesire."

Serokê Meclisê Şentop der barê serlêdanên şexsî da wiha peyivî, "Destûra Bingehîn li hikmê teqez dinihêre, dibêje 'Piştî hikmê teqez hat dayîn û ji Lijneya Giştî ra hat şandin parlamenterî betal dibe'. Pêvajoya serlêdana şexsî paşê derketiye. Heger ji bona pêvajoya serlêdana şexsî tiştek bê kirin divê guherîneke qanûnî çêbe. Beriya her tiştî divê em li gor gotina Destûra Bingehîn tevbigerin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.