DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPyê Selahettîn Demirtaş got ku divê ji bo ku dosyeyên kuştinên meçhûl bên zelalkirin unîteyên taybet bên avakirin.
Demirtaş li Diyarbekirê li Dadgeha Cezayê ya Giran a 7emîn a Diyarbekirê beşdarî rûniştina doza kuştina nivîskar Mûsa Anter bû. Mûsa Anter 22 sal berê hatibû kuştin û nivîskar Orhan Mîroglû jî birîndar bûbû.
Demirtaş piştê dozê li ber Edliyeya Diyarbekirê daxuyanî da û wiha got:
"Divê ji bo ku dosyeyên kuştinên meçhûl bên zelalkirin unîteyên taybet bên avakirin. Heta îro cinayetên ku wek cinayetên kiryar nediyar tên binavkirin, di rastiyê de haya dewletê jê heye û ev ne cinayetên kiryar nediyar in, cinayetên dewletê ne. Bi hezaran dosyeyên wiha li benda zelalkirinê ne."