Tirkiye

Serokomarê Erdogan digel Serokê Ukraynayê Zelenskiy civiya

Kaan Bozdoğan  | 03.02.2022 - Rojanekırın : 03.02.2022
Serokomarê Erdogan digel Serokê Ukraynayê Zelenskiy civiya

Kiev

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Marinskiyê digel Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy civiya.

Serokomar Erdogan ku weke vexwendiyê Zelenskiy, bi mebesta beşdarîkirina Civîna Dehemîn a Konseya Stratêjîk a Ast Bilind a di navbera Tirkiye û Ukraynayê de li Kîevê ye, piştî ku çelenk danî ser Abîdeya Eskerên Mechûl derbasî Qesra Marinskiyê bû.

Erdogan li wêderê bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin û dûvra digel Zelenskiy civiya.

Serokomar Erdogan û hevjîna xwe Emîne Erdogan beriya civînê îmza avêtin "Deftera Şerefê".

Civîna herdu serekan nêzîka 3 saet û 10 deqîqeyan ajot. Piştî civîna dualî derbasî civîna navbera heyetan bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.