Tirkiye

Serokomar Erdohgan: Di berhemanîna ÎHA, SÎHA û TÎHAyan de êdî em di nava 3 welatên pêşî yên cîhanê ne

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di berhemanîna ÎHA, SÎHA û TÎHAyan de êdî em di nava 3 welatên pêşî yên cîhanê ne."

Zafer Fatih Beyaz  | 06.01.2022 - Rojanekırın : 07.01.2022
Serokomar Erdohgan: Di berhemanîna ÎHA, SÎHA û TÎHAyan de êdî em di nava 3 welatên pêşî yên cîhanê ne

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdohgan got, "Di berhemanîna ÎHA, SÎHA û TÎHAyan de êdî em di nava 3 welatên pêşî yên cîhanê ne."

Erdogan di Merasima Vekirina bi Komî ya Teknolojiyên Neteweyî û Veberhênanên Nû" de axivî.

07.01.2022

Serokomar Erdohgan: Di berhemanîna ÎHA, SÎHA û TÎHAyan de êdî em di nava 3 welatên pêşî yên cîhanê ne

Serokomar Erdohgan: Di berhemanîna ÎHA, SÎHA û TÎHAyan de êdî em di nava 3 welatên pêşî yên cîhanê ne

Serokomar Erdogan derbarê pergala Parastina Asîmanî de got, "Weke nuha me HÎSAR çêkirin, di nêzîk de emê SÎPERê û jê wêdetir jî biqedînin. Budceya projeyên pîşesaziya parastinê ji 5,5 milyar dolarî derket 75 milyar dolarî, cîroya salane ya sektorê ji milyarek dolar derket 10 milyar dolarî."

Erdogan wiha got, "Di berhemanîna ÎHA, SÎHA û TÎHAyan de êdî em di nava 3 welatên pêşî yên cîhanê e ne. Her çi warê teknolojiyê ku di pîşesaziya parastinê de pêwîst e em tê de bin hebe, em di heman de hene."

Serokomar Erdogan bal kişand ser Balafira Muharîb a Neteweyî û got, "Balafira me ya Muharîb a Neteweyî înşallah dê di sala 2023yan de emê ji hangarê derxînin û nîşanî dinyayê bidin."

Erdogan ji bo Nevenda Endazeyê ya Balafira me ya Muharîb a Neteweyî got, "Ev navend dê bibe dilê Balafira me ya Muharîb a Neteweyî. Balafira me ya Muharîb a Neteweyî ku dê sala 2025an firîna xwe ya yekem bike, sala 2029an jî weke hêza lêdanê ya Hêzên me yên Asîmanî cihê xwe di asîmanan de bigire."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın